HDP’ê salvegera 121’emîn a rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş salvegera 121’emîn a rojnamegeriya Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş salvegera 121’emîn a rojnamegeriya Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Çapemeniyê ya HDP’ê Azad Bariş salvegera 121’emîn a rojnamegeriya Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“121 sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve 22’ê Nîsana 1898’an li Qahîreya paytexta Misirê, rojnameya Kurdistanê dest bi weşana xwe û çalakiyên çapemeniyê Kurdî kir. Ji ber zextên dewleta Osmanî, Rojnameya Kurdistanê li Cenevre, Qahîre û Londonê hat weşandin, çalakiyên rojnamegeriyê li sirgûnê zîl da. Di rêwîtiya 121 salan de, damezirandina Rojnameya Kurdistanê îro jî ji bo rojnamegeriya Kurdî wek mîladê tê qebûlkirin û ev roj bi navê Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Rojnameya Kurdistanê 121 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe kir, lê di ser re ewqas sal derbas bin jî, çalakiyên rojnamegeriyê û neqlkirina zanyarî û heqîqetê her û her rastî qedexe û zextên rejîman hatin. Di salên reş û tarî yên salên 1990’an de, gelek rojnameger, kedkar û xemxwerên Kurdî hatin qetilkirin û di zindanan de hatin cezakirin. Gelek kes hatin destgîrkirin û wndakirin. Lê rojnamegerên Kurd li ber zext û zorê, li ber kuştin, girtin û destgîrkirinê ti carî serî netewandin û ronahiyê heqîqetê her û her geş kirin. Rojnamegerên Kurd, ligel zext û zor û qedexeyan tim û tim bûn neynika rastiya gelê xwe. Di serboriya mişt têkoşîn û mişt berxwedan de, îro jî alaya Rojnamegeriya Kurdî neketiye erdê.
Ji 1898an heta salên 1990’an, ji 1990’an heta îro, Rojnamegeriya Kurdî her tim di nav pêkutiyan de hate hiştin. Îro jî bi heman rengî ji aliyê AKP’ê ve çalakiyên Rojnamegeriya Kurdî tê astengkirin û kedkarên çapemeniyê tên girtin. Piştî teşebisa derbeya 15’ê Tîrmehê, bi îlankirina OHAL’ê re, rojname, kovar, çapxane, ajansên nûçeyan, kanalên TV’yê hatin girtin, gelek rojnameger û kedkarên çapemeniya Kurdî hatin girtin. Ligel van zext û fişaran, rojnamegerên Kurd ji dilsoziya xwe ya vê mêrasa berxwedanê venegerîn û îro jî bûne dengê gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn.
121 saliya Rojnamegeriya Kurdî û damezirandina Rojnameya Kurdistanê li kedkarên çapemeniya Kurdî û li şopdarên heqîqetê pîroz be. Ji Mîqdad Mîdhed Bedirxan heta Apê Mûsa, em hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.”