HDP'ê, petrola Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Îrmez, petrola ku Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Îrmez, petrola ku Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bal kişand ser dîmenên ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê weşandiye û îdîayên li ser petrola Tirkiye ji DAIŞ'ê dikire, pêşnûmepirsek pêşkêş kir.
Îrmez ji Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî xwest bersiva van pirsan bide:
"Dîmenên hatin weşandin, yên kengî ne? TIR'ên di dîmenan de tên dîtin, eleqeya xwe bi Wezareta we re hene? Envantera malzemeyên bi TIR'an tên Tirkiyeyê çi ne?
Li Deriyê Sînor ê Cîlvegozu, ketin û derketina van TIR'an bi awayekî qanûnî hatiye kirin? Yan jî mîna bûyera 'TIR ên MÎT'ê ku di nava raya giştî de teşhîr bûn, bi alîkariyê tê kirin?
Ji bilî van TIR'ên di dîmen de xuya kirin, bi agahdariya wezareta we heta roja îro çend TIR derbas bûne?
Ji destpêkirina bûyerên li Sûriyeyê, ji mehên biharê yên 2011'an û vir ve, li gorî qeydên wezareta we, heta niha çiqas petrol ji Sûriyeyê hatiye kirîn? Der barê bazirganiya petrolê ya nehatine qeydkirin de, li ber destê we daneyên texmînî hene? Eger hebin çiqas e?
Bi dîmenên beriya niha yên hêzên parastina Kantonên Rojava YPG/YPJ'ê ve hatin weşandin, cebilxaneyên leşkerî yên di destê DAIŞ'ê de ji Tirkiyeyê hatine. Têkiliya xwe van dîmenan bi yên li Cîlvegoz re heye?
Li hemberî vê pêngava Rûsyayê, wezareta we difikire ku li qada navneteweyî hewldaneke hiqûqî bike?"