HDP'ê li Topçûlarê buroya hilbijartinê vekir

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê, di çarçoveya xebatên hilbijartinên giştî de buroyan vedike.

Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya li taxa Îzmît Topçûlarê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Kocaeliyê û Serokê Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan amade bûn.

Gurkan di merasîma vekirinê de ji gel re axivî, bal kişand ser eleqeya welatiyan û got, "Li gorî girseya li pêşberî min xuya dike, me bend ji xwe derbas kirine. Bi hev re em ê di 7'ê Hezîranê de aştî, biratî û demokrasiyê bînin. Lê di heman demê de em ê li hemberî provokasyonên hikûmeta AKP'ê têbikoşin." Gurkan di dawiya axaftina xwe de ew gotina hikûmeta AKP'ê jê ditirse gotina 'Em ê te nekin Serok' bilêv kir û dawî li axaftina xwe anî.

Namzetên parlamenteriyê Alî Haydar Konca, Guner Kîzîr, Îbrahîm Ergîn û Sînan Odabaş silav dan gel. Piştre namzetê parlamenteriyê Alî Haydar Konca ji gel re axivî û got, "Ji ber desteka we, em spasiyên xwe pêşkêşî we dikin. Di 7'ê Hezîranê de em ê bi hev re cejnê pîroz bikin." 

Li dû axaftinan, li ber stranan Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û jinên li taxê, buroya hilbijartinê vekirin.