HDP’ê li pêşiya DMME'yê bang kir: 194 roj in 6 milyon kes li benda dadê ne

Heyeta HDP’ê bi parlamenterên Ewropayê re li ber DMME’yê ji bo parlamenterên girtî banga dadê kirin. Baydemîr, got: “194 roj in vîn û hilbijêrên 6 milton kesan li benda dadê ne. Hiqûqa navxweyî qediya, ji bilî DMME’yê rêyek nema.

Parlamenterên HDP’ê, komek parlamenterên Ewropayê, li bajarê Strasboûrg a Fransayê li ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME,  ji bo parlamenterên girtî daxuyaniyek da. Li ser navê heyetê, Berdevkê Partiya HDP’ê Osman Baydemîr axivî û silavên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pêşkêşî parlamenterên piştgirî dane wan kir û ev tişt gotin:

‘194 ROJ E VÎN Û HILBIJÊRÊN 6 MILYON KESÎ LI BENDA DADÊ NE’

“Birêz Demîrtaş, Yuksekdag, parlamenterên din ên girtî, hilbijêr û hevşaredarên me vîna 6 milyon kesî temsîl dikin. Ji bo ku we piştgirî daye vîna 6 milyonan, em li ser navê 6 milyonan spasiya we dikin. 194 roj e vîn û hilbijêrên 6 milyon kesî li benda dadê ne. Em ji bo dadê têdikoşin xebat didin meşandin. Ji bo dadê me serî li hemû hiqûqa navxweyî da û hemû hatin qedandin. Lê hê jî me ji yekê jî encam ne girtiye. Ez bi xemgînî dibêjim rêyên hiqûqa navxweyî, dadgehê ji bo aliyê muxalif tune bike, bikartîne. Ji ber wê yekana rêya hiqûq û dadê DMME’yê maye. Ji bilî DMME’yê rêyek din tune ye. Li DMME’yê di du mijarên bingehîn de serlêdanên me heye. Ya yekemîn radkirina destnedayîn parlamenteran li dijî hevpeymanê ye û ya din jî girtin li dijî hevpeymanê ye.

DADA DIRENG MAYÎ NE DADE

DMME bang dike dada direng mayî ne dade. Her roja ku direng dimîne êşên bê telafî tên jiyîn; ji ber ku tê wateya berdewamkirina girtin û darizandina parlamenteran. Tê wateya bêhiqûqiyên wekî rakirina destnedayînin ên bêtelafî. Em carekdin bi dengek bilind bang li dadgeha bilind dikin û banga xwe nû dikin.

 ‘AŞTÎ Û AZADÎ BI DADÊ PÊKANE’

Divê serlêdan bi lezgînê bê rojevê, biryar bê girtin û em dixwazin li pêşiya vê bêhiqûqiyê bê giritn. Ji ber li Tirkiyeyê rêyên hiqûqa navxweyî hatine girtin. Dadgeh di bin zexta siyasî de ye. Dadgeh ji bo cezakirin û tune kirina aliyê muxalif tê bikaranîn. Ji ber vê yekê bi biryara DMME’yê ya dijîbûna hevpeymanê wê destûr bide ku li Tirkiyeyê demokrasî, xwe îfadekirina azad, hiqûq û dad carekdin jîn bide. Aştî bêguman bi azadiyê re tê. Aştî û azadî jî bêguman bi dadê pêkane. Em carekdin li pêşberî DMME’yê ji bo dadê bang dikin.”

Piştî axaftina Baydemîr parlamenterên Ewropayê jî nêrînên xwe anîn ziman û piştgiriya xwe diyar kirin.