HDP’ê li navçeya Ahmetlî ya Manîsayê buroya hilbijartinê vekir

Namzetê HDP’ê yê Manîsayê Sirri Sakik li navçeya Ahmetlî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bû.

Li navçeya Ahmetlî ya Manîsayê namzetên HDP’ê Sirri Sakik, Hasret Aslan, Adnan Mankan û Bigul Saggoz piştî ku serdana gel kirin beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.  Gelek kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn û polîsên sivîl jî hatin herêma vekirina buroyê. Polîsekê nîşaneyên dest kir û bi kamerayê kete nava gel dîmen kêşa. Sakik ê HDP’yî nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Sakik bang li polîsan kir ku dîmen ne kêşin û got  bi kêşandina dîmenan re hun gel terorîze dikin. Polîsan ji Sakik re got em te diparêzin. Di vê navberê de  polisekê got: ‘Ez memûrê dewletê me’ li ser vê gotinê rageşî çêbû û Midûrê Emniya Navçeya Ahmetliyê hate herêmê. Midurê Emniyetê bi Sakik re civiya, lêborîn ji gel xwest û ji ber helwesta polîsê memûr xemginiya xwe anî ziman.

Piştre namzet û endamên partiyê buroya hilbijartinê vekirin û derbasî Alaşehirê bûn.