HDP'ê li Berlînê dest bi karê hilbijartinê kir

Piştî ku tifaqa AKP-MHP'ê biryara hilbijartina pêşwext da, HDP'ê li paytexta Elmanya Berlînê jî dest bi kar kir. Bi beşdariya pêkhateyên HDP/HDK'ê civîneke gel pêk hat.

Yek ji bajarên Elmanyayê ku girseyeke qelebalix a ji koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê hene Berlîn e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24'ê Hezîranê civîneke gel pêk anî û dest bi karê hilbijartinê kir.

Civîn li navçeya Kreuzbergê pêk hat û ji aliyê Hevberdevka HDP'ê ya Berlîn-Brandenbûrgê Mehtap Erol û Hevberdevkê HDK'ê yê herêmê Rezan Aksoy hate birêvebirin. Tevî pêkhateyên HDP/HDK'ê, nûnerên saziyên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî jî tevlî civînê bûn.

Parlamenterê Partiya Çep ê Meclîsa Federal Gokay Akbûlût û endamê Meclîsa Eyaletê Hakan Taş jî destek dan civînê. Di civînê de karê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê were kirin hate nirxandin. Di civînê de hate destnîşankirin ku ew bi îradeyeke gelekî xurt ji bo hilbijartinê amade ne.

Her wiha biryar hate dayin ku komîsyoneke hilbijartinê ya berfireh bê avakirin ku karibe xwe bigihîne hemû dengdêran. Ji bo li hemû navçeyên Berlînê kar bike, komîte hatin avakirin.

Li gorî daneyên referandûma 16'ê Nîsanê 3 milyon hilbijêr li derveyî welat dijîn û 1 milyon 430 hezar ji van li Elmanyayê ne.