HDP’ê ji bo têkiliya AKP-DAIŞ’ê Lêkolîna Meclîsê xwest
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken têkildarî têkiliyên AKP-DAIŞ’ê pêşnûme lêkolîn dan.
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken têkildarî têkiliyên AKP-DAIŞ’ê pêşnûme lêkolîn dan.
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken têkildarî têkiliyên AKP-DAIŞ’ê pêşnûme lêkolîn dan.
Di pêşnûmeyê wiha hat gotin: "Ji ber lêpirsînên têkildarî komkujiyên Reyhanli, Amed û Pirsûs ên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin bi awayekî baş nehatin meşandin. Gumanên êrîşên komkujiyan ku dikarîbûn bên astengkirin, lê nehatin astengkirin. Û ev di nav civaka Tirkiyeyê de gumanên kûr ên mimkun e êrîşên nû pêk werin her roj zêdetir dibe. Dîsa di nav raya giştî ya cîhanê de têkildarî têkiliyên AK-DAIŞ’ê yên bazirganî û siyasî her roj zêdetir dibe rojev. Ev ji bo welatê me tê wateya ku ji tehlukeyan derî werin vekirin. Ji bo ev tehlûkeyên der heqê Tirkiyeyê de diyar bûne bên berterefkirin, polîtîkayên şaş bên guhertin û îdîayên der barê AKP û DAIŞ’ê de bên lêkolînkirin, li gor xalên rêvebernameya hundirîn a 98. s Destûra Bingehîn em dixwazin Lêpirsîneke Meclîsê bê vekirin.”
DER BARÊ BAZIRGANIYA PETROLÊ DE DAXUYANÎ Û ÎDÎA
Di pêşnûmeyê de daxuyanî û îdîayên têkildarî bazirganiya petrola qaçax a AK-DAIŞ’ê wiha hatin rêzgirtin:
"Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry: ‘Petrola qaçax a DAIŞ’ê di ser Tirkiye û Lubnanê re derbas bû.’
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî: 'DAIŞ’ê petrola ji rafîneriyên Sûriye û Iraqê derxist bi rêya navbeynkarên li Tirkiyeyê firot.’
Malpera aboriyê ya bi navê Marketplace.org, bi xwendevanan xwe re parve kir ku DAIŞ’ê petrola xwe yekser şand rafîneriyên li Tirkiyeyê.
Pisporê Rojhilata Navîn Valerie Marcel, diyar kir ku mimkun e DAIŞ’ê bi rêya navbeynkarên Tirk petrola xwe firotibe piyaseya Tirkiyeyê.
Nivîskarê The Independent Robert Fisk, bi şertê ku dest nedin Tirba Suleyman Şah DAIŞ’ê ji ber kêmasiyên teknîkî ji Tirkiyeyê personelên teknîkî xwest.’
Karsazê Sûriyeyî George Hasvanî yê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê sûcdarkirin ku petrola li Sûriyeyê direvîne got: ‘Hûn bi esasî li petrola direvînin Tirkiyeyê binêrin.’
Herî dawî di makaleya bi îmzeya Martîn Chûlov a rojnameya Îngîlîz a Observer de hat diyarkirin ku hêzên taybet ên DYA meha Gulanê li hember Ebû Sayyaf ê di qaçaxiya petrola DAIŞ’ê de berpirsekî asta jor e meha Gulanê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de bi sedan flash û belge hatine girtin. Di belgeyan de tê destnîşankirin ku DAIŞ ji vê petrolê rojane 1-4 mîlyon dolar qezenc dike. Her wiha hatibû diyarkirin ku îspatên bazirganiya dewleta Tirkiye û komên cîhadîst hene.”