HDP'ê ji bo mîtînga li Stenbolê banga tevlîbûnê kir

HDP wê 17'ê Hezîranê li Halk Pazari ya Kadikoyê mîtîngê li dar bixe. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin.

Pêkhateyên HDP'ê û saziyên civakî yên sivîl, ji bo mîtînga HDP'ê ya 17'ê Hezîranê ya li Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Stenbolê hate dayin.

Nûnerên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Kesk Sor û Paşerojê, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiyê ya Tirkiyeyê, Însiyatîfa gavek ber bi pêş ve, Jinên Demokrat ên Nû û gelek saziyan tevlî civînê bûn.

Ji Însiyatîfa gaveke din ber bi pêş ve Ozge Akman daxuyaniya hevpar xwend û got, "Em bi tifaqa bi hêzên demokrasiyê re xwe ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê amade dikin."

Akman diyar kir ku wê 17'ê Hezîranê roja Yekşemê li Halk Pazari ya Bakirkoyê saet 17'an li dijî faşîzmê dengê azadî û demokrasiyê bilind bikin û ev bang kir:

"Weke hêzên ked, aştî û demokrasiyê, em ê 24'ê Hezîranê bi hev re dawî li feraseta paşverû, nîjadperest, zayendîperest û tekperest bînin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî şer bibin dengê aştiyê, li dijî dîktatoriyê dengê demokrasî û azadiyê bilind bikin û dengê xwe tevlî dengê me bikin."