HDP'ê ji bo 'destûra bingehîn a demokratîk' bang kir

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay got, "Ji bo destûreke bingehîn a demokratîk em banga têkoşîna yekbûyî dikin" û destnîşan kir, pirsgirêka Kurd bi rêbaza leşkerî çareser nabe, li dora maseyê çareser dibe.

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Kûbîlay mijarên di rojevê de ne nirxand û bi bîr xist, HDP'ê beriya 23'ê Hezîranê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, ji bo hevpeymaneke nû ya civakî, banga destûra bingehîn a demokratîk û tifaqa demokratîk kiribû.

Kûbîlay anî ziman ku hin derdorên cuda yên siyasî di vê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û got, "Di mijara destûra bingehîn a demokratîk de ji aliyê pîvan û çarçoveya giştî ve pêwîstî pê heye ku çend mijar bên destnîşankirin. Rejîma yek şexsî ku di bin navê Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê li civakê hate ferzkirin, piştî 7'ê Hezîranê jî hate dîtin ku piraniya civakê destekê nade wê û ketiye nava krîza meşrûiyetê. Ya ku HDP pêşniyar dike, ne pêşniyara destûra bingehîn a ji bo rehabîlîte an jî restorekkirina vê rejîmê ye.

Em destûreke bingehîn a bingehîn û berfireh pêşniyar dikin. Di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêkên ji berê ve didomin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên karker, kedkar, her wiha hembêzkirina pêkhateyên pir reng ên Tirkiyeyê pêşniyara hevpeymaneke civakî ya nû dike. Lewma destûreke bingehîn a bi vî rengî ya di çarçoveya wekheviyê de, dikare bibe berhema gelên Tirkiyeyê. Em bang li her kesên ku destûreke bingehîn a demokratîk, ekolojîk, azadîparêz û civakî dixwazin dikin ku di zemîneke hevpar de li hev kom bibin û ji bo destûreke bingehîn a demokratîk têbikoşin."

Kûbîlay destnîşan kir ku bi vê wesîleyê êdî hatiye fêhmkirin ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe, bi operasyonên li derveyî sînor encamek bi dest nakeve û got, "Em vê bangê li partiyên desthiladar, mûxalefetê û mûxalefeta civakî dikin. Çareserî bi rêbazên leşkerî, bi operasyonên leşkerî nabe."