HDP’ê ji bo demokratîkbûnê nexşerêyek ji 12 xalan ragihand

Demîrtaş bal kişand ser mîtînga li Yenîkapiyê û nexşerêya xwe ragihand.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna xwe ya îro de mîtînga Yekîkapiyê nirxand, ev gotin:

“Pêwîst bû ku li ser banga me ya hevdîtina lîderan, li gel HDP’ê tevahî lîder di serokatiya Serokkomar de tevlî bibûna. Diviya ku di civîna lîderan de ‘Nexşerêyek Demokratîkbûnê” ya tevahî lîder jê razî ne bihatana derxistin. Pêwîst bû ku ev ‘Nexşerêya Demokratîkbûnê’ wek deklerasyonekê li Yenîkapiyê ji hêla Serokkomar bihata xwendin. Lîderên partiyên siyasî jî dema Serokkomar ev danezana ji tevahî cîhanê re radigihand, li pey bisekinîna. Wê demê pêwîstî bi ti axaftinan û peyamên din jî nedima.”

DI NEXŞERÊYÊ DE ÇI HEYE?

Demîrtaş got, “Eger em tevlî civîna lîderan bibûna, me yê ev pêşniyar bikira. Me yê bigota ka em vê wisa bikin. Wê Nexşerêya ku em pêşniyar jî bikin wiha ba” û nexşerêya ji 12 xalan wiha rêz kir:

1. Em wek rêveberên hilbijartî yên di rêveberiya welêt de xwedî berpirsiyarî, li ber çavê tevahî cîhanê û di hizûra gelê xwe de sozê didin.

2. Ji niha û şûn de em ê pirsgirêkên welêt û yên di nav xwe de bi bawerî û rêzdarî baxivin, bi diyalogê û hevkariyê ve çareser bikin.

3. Di demek herî nêz de em ê welatiyên xwe ji vê destûra bingehîn a darbeyê ku çavkaniya şermê ye, rizgar bikin, bi hev re destûrek bingehîn a sivîl, azadîxwaz, demokratîk û pirrengî ava bikin.

4. Em ê li welêt bi hev re li dijî nelirêtiyan, di nav dewletê de hewldana bicihkirina cemaat, tarîqet û beşên cur bi cur rawestin. Bi hev re em ê li gor pîvanên nûjen û demokratîk, li ser esasê sezawerî ji nû ve organîze bikin.

5. Em ê her cure rengên nasname, bawerî, mezheb, tarzên jiyanê bixin garantiya hiqûqê û hemwelatîbûna wekhev serwer bikin.

 6.Em ê mafên bingehîn ên wek medya, îfade, peşendanê û azadiyan bigihînin standardên gerdûn.

 7. Pêwîst e dewlet hêza rêveberiyê bi gel, bi xwecih re parve bike; em ê di aboriyê de sîstemek adil a baceyê, pêşxistinek xwe dispêre îstîhdam û hilberînê esas wergirin, teqez em ê nelirêtî, berdîl, dizîtiyan asteng bikin.

8. Em ê çavê xwe lê negirin ku xwezaya me bê talankirin, welatê me bi hovîtî bi tarûmarkirin.

 9. Em ê hemû bi azadiya jinê ve girêdayî bimînin, di qadên civakî, siyasî, ekonomîk de em ê pêşketina jinê destek bikin.

 10. Em ê nehêlin li welatê me ti kes serî li çekê, tundiyê bide; kesên ku bi çekan li pey mafên xwe digerin jî, di çarçoveyê hiqûqê de em ê ji bo bidawîkirina şer muzakereyan pêşniyar bikin.

11. Em ê tevahî derfet û qenalên siyaseta demokratîk vekirî bihêlin; em ê nehêlin ku ti tiştekî din li ser îradeya gel serwer bibe.

 12. Em ê bi nerastiyên xwe yên paşerojê re bi wêrektî hevrû bibin; ji bo avakirina Tirkiyeyek xwedî demokrasiyek hê xurttir, di nav hizûr û ewlehiyê de em ê bi dil û can bixebitin. Em careke din teqez nehêlin ku welatê me biherike ber atmosferek darbeyê.