HDP’ê îşkenceya li Emniyeta Rihayê bir rojeva Meclîsê

HDP’ê îşkencaya li Emniyata Rihayê ya li hember welatiyên di operasyonan de hatin binçavkirin bir Meclîsê.

HDP’ê îşkencaya li Emniyata Rihayê ya li hember welatiyên di operasyonan de hatin binçavkirin bir Meclîsê. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi daxwaza Efkan Ala bersivê bide pêşnûmepirs da Meclîsê.

Di pêşnûmepirsa Baydemîr da Meclîsê de ev pirsana cih girtin:

Hûn bawer dikin ku bi çi hincetê dibe bila bibe, îşkence û mûameleya xerab sûcê li hember malabata mirovatiyê ye?
Hûn ji îşkenceyên li hember kesên binçavkirî agahdar in? Ger hûn agahdar bin ti xebatên qanûnî hatine destpêkirin?
Ev şiklên binçavkirinê yên rahmetê li salên 90’î tînin, pêkanînek sîstematîk a hikûmeta we ye?
Di her rewşa binçavkirinê ya li Rihayê de, armanç çi ye ku endamên emniyetê xwe wek DAIŞ’ê didin nasîn an jî di navbera xwe û DAIŞ’ê de şibandina ava dikin?

Li giştî herêmê, ti yekîneyek xweser a xwe wek Tîmên Esedûllah dide nasîn heye? Eger hebe ev yekîne girêdayî wezaretê dixebite û bingehek wê ya hiqûqî heye? Îşkence û mûameleya derveyî mirovatiyê bi van yekîneyan tên pêkanîn? 
Piştî hilbijartinên Mijdarê destpêkirina binçavkirinên ku li herêmên partiya me deng girtiye, ti têkîliyên xwe bi encamên sindoqan re heye?

Hûn difikirin ku ji bo lêpirsîn, lêkolîna van îşkence û mûameleyên derveyî mirovatiyê mufetîşan wezîfedar bikin?