HDP’ê hişyarî da: Ji salên 90’î xerabtir e

HDP’ê diyar kir ku bi belgeyan hatiye îspatkirin ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatiye avêtin. HDP’ê diyar kir ku ev hovîtî ji salên 90’î xerabtir e.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku, “Nûnerên desthilatdariyê yên ku bi zimanê mafya û çeteyan diaxivin, rejîmeke sûc ji ya salên 90’î xerabtir ferz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Şaxa Wanê leşkerên Tirk Osman Şîban (50) û Servet Tûrgût (55) destgîr kiriye û piştre ew ji helîkopterê avêtiye. HDP’ê diyar kir ku avêtina ji helîkopterê bi belgeyan hatiye îspatkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ligel ku 10 roj ji ser bûyerê derbas bûye, ne hikumetê û ne jî berpirsên xwecihî tu daxuyanî nedane. Heke ev sûc bi fermana hikumetê pêk nayê divê hikumet teqez daxuyaniyekê bide.

Ev hovîtî dûmahîka sûcê dermirovatiyê yê salên 90’î ye û jê zêdetir e. Em van kesên zilmkar û bê exlaq hişyar dikin, gel wê ji êrîşên we netirse û stûyê xwe xwar neke. Tu qetlîam û darbeyê nekarî gelê Kurd bide sekinandin. Hûn ê di bin sûc û êşkenceya xwe de bimînin.

Em şifaya xêrê ji van gundiyên birîndar re dixwazin. Tekane sekinandina van êrîşan xwedîlêderketina li têkoşîna aştî û azadiyê ye. Em ê tevî gelên Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin.”