HDP’ê êrîşên faşîzan protesto kirin

HDP’ê êrîşa faşîst a li ser avahiya navçeya Bakirkoyê protesto kir û got: “Ev ciwanê ku êrîşî avahiya me kirî, versiyona çete û kolanan a Mehmet Metîner û Orhan Mîrolû ne.”

Rêxistina HDP’ê ya Stnebolê, êrîşa li ser avahiya navçeya Bakirkoyê bi çalakiyekê protesto kir.

Çalakiya ku li pêşiya avahiyê hate kirin, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Avci, Elîf Bûlût, Hevserokên HDP’ê yên Bakirkoyê Gonca Yangoz, Ferdî Yamar, gelek rêveberên bajar û navçeyê, Dayikên Aştiyê ,Parêzvanên Bajarê Bakirkoyê, rêveberên CHP’î û TÎP’ê tevlî bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Têkoşîna me ya demokrasiyê ya li dijî faşîzmê wê bidome’ hate vekirin û dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’, ‘Bijî piştevaniya şoreşgerî’ û ‘Bijî biratiya gelan’ hatin qîrkirin.

Hevseroka HDP’ê ya Bakirkoyê Gonca Yangoz ewilê axivî û bibîr xist ku saet derdorî 04:00’an êrîşî avahiya wan hatiye kirin, êrîş ji aliyê kesekî 28-29 salî ve ahtiye kirin. Yangoz got: “Berê jî ev êrîş hatine kirin, lê em ji ya xwe venegeriyane, tine nebûne. Em qet dev ji vê têkoşînê bernadin.”

Hevserokê din ê Bakirkoyê Ferdî Yaman jî axivî û goot: “Em vê êrîşê weke ku tenê ciwanek 28 salî bike nagirin dest û wisa jî nabînin. Li pişt vê êrîşê aliyek kûr heye; yên niyet xirab êrîşekî nîjatperest e. Di wê hizrê de ne ku teqez li pişt vê êrîşê hêzên din hene.”

Berdevka Parêzvanên Bajarê Bakirkoyê Îlknûr Turkoglû jî êrîşa li ser HDP’ê şermezar kir.

Piştre jî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avcî jî axivî û destnîşan kir ku êrîşa li ser HDP’ê êrîşa li ser mûxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê ye. Avci bibîr xist ku ev êrîş polîtîkayeke dewletê ya kûr e û got: “Xistina ciwanan, girêdayî madeyên hişbir kirin, encamên polîtîkayên qirêj ên dewlet û sîstemê ne. Ciwanê ku êrîşî partiya me kirî, versona kolanan a Mehmet Metîner e. Eger em nav li mijarê bikin; ev zarok mîna Mehmet Metîner û Orhan Mîroglû çeteyên kolanan in, ev hemû xebatên çete yî yên ku girêdana wan bi hêzên tarî yên dewletê re hene.Vê baş bizanin; em ê van ciwan û çeteyan jîj ji mafyayê rizgar bikin.”

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî diyar kir ku ew HDP wê serî li ber êrîşê netewînin û têkoşînê bilind bikin û bidomînin.

Çalakî bi dirûşim û tilîliyan bi dawî bû.