HDP’ê endamên îstîxbaratê teşhîr kir

Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Stenbolê kes û metodên ku endam û rêveberên wan ên partiyê tehdît dikin teşhîr kirin. Van kesan li ser navê îstîxbaratê gef li endamên HDP’ê dixwarin.

Endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya hin kesên xwe wek “endamên îstîxbaratê” didin nasîn û wan tehdît dikin û sîxûriyê li wan ferz dikin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dan. HDP’yan piştî serlêdanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bulut jî tev li civînê bûn.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku di demên dawî de bûyerên sîxûrkirinê û tehdîtan zêde bûne û ev kesên van sepanan pêk tînin xwe ne wek polîsan wek endamên îstîxbaratê didin nasîn.

Rêveberê HDP’ê Cuneyt Karabey da zanîn ku hin kesan bi bahaneya dê kargeha wî bikirin pê re ketine peywendiyê û gefên kuştinê û sîxûriyê lê ferz kirine û van kesan gefa “em naxwazin tiştek were serê te” lê xwarine.

Rêveberê Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya Xizmên Windayan a Anadoluyê (ANYAKAY-DER) Osman Ozdemîr jî anî ziman ku dema ew ji mala xwe derketiye du kesan wî desteser kiriye û jê re gotine “netirse em ne polîs in, em ên îstîxbaratê ne.” Ozdemîr got van kesan xwestiye pê re sohbet bikin û çayê bi hev re vexwein û hemû teklîfê wan ên sîxuriyê û gefên kuştinê red kiriye. Ozdemîr anî ziman ku van kesan bi malbata wî gefên kuştinê lê xwarine.

Rêveberê HDP’a Stenbolê Erkan Kakça jî diyar kir ku dema ew ji malê derketiye çûye dikanê hin kesan rêya wî biriye, li wesayîtê siwar kirine û van kesan bi darê zorê xwestiye pê re biaxivin û sohbete bikin. Kakça got wî hemû teklîfên wan kesan red kiriye.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî diyar kir ku polîtîkaya zext û tundiyê ya li ser partiya wan, rêveber û endamên wan dê bêencam bimîne û dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî bang li Wezareta Karê Navxweyî û Wezarata Dadê kir û got ev kesên zextan li ser endam û rêveberên wan dikin bi rêbazên dijqanûnî û tehdît, şantaj û îşkenceya derûnî sûc dikin û mafên mirovan binpê dikin.