HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê eşkere kir
HDP'ê diyar kir, ji bo 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' wê bi navê 'Muzakereyên demokratîk hema niha' mîtîngan pêk bîne.
HDP'ê diyar kir, ji bo 'Destûra Bingehîn a Demokratîk' wê bi navê 'Muzakereyên demokratîk hema niha' mîtîngan pêk bîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 10'ê Tîrmehê ku bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê SezaÎ Temellî û endamên meclîsa HDP'ê li Amedê pêk hat bi raya giştî re parve kir.
HDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku wê li dijî tecridê û faşîzmê heta dawî têbikoşin û wê desthilatdariyê dawetî demokrasiyê bikin.
HDP'ê ragihand, ji bo desthilatdariyê bikişînin nava daxwazên civakê yên demokrasî, aştî û azadiyê, bi desthilatdariyê van daxwazan bidin qebûlkirin wê têkoşîna xwe geş bikin.
HDP'ê bi çend xalan encamname wiha parve kir:
"* HDP, ji bo xurtbûna tifaqa demokrasiyê çi bikeve ser milê wê wê bike.
* Wê seferberiya me ya rêxistinbûnê bê navber bidome. Rêxistinên me yên navçe û bajaran kampanya endamtiyê daye destpêkirin.
* Pirsgireka Tirkiye ya sereke nebûna destûra bingehîn a demokratîk e. Partiya me ji bo destûra bingehîn a demokratîk ku gelan û baweriyên cuda dixe nava xwe dest bi xebatê kiriye. HDP wê destûra bingehîn a di çarçoveya lihevhatina civakê esas bigire.
* Wekî HDP'ê ji bo destûra bingehîn a demokartîk çi berpirsiyarî têkeve ser milê wan wê bike. Ji bo paketa ‘Reforma Darazê wê fikr û nerînên rêxistinên civakên demokratîk bistinin.
* HDP ji bo kesên ji ber fikrên xwe û gotinên xwe hatin girtin bên berdan, ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiquqnas, parazvanên mafên mirovan, akademîsyen xwendekarên zanîngehê karibin ji ber fikrên xwe û îfadeyên xwe neyên darizandin û girtin, di bin navê ‘Ji siyaseta demokratîk û fikir re azadî" we kampanya bidin destpêkirin. Civînên gel û mîtingan li dar bixin û kampanyayê îmzeyan bidin despêkirin.
* Li dijî krîza aboriyê ji bo xizanî û betaliyê bê astengkirin wê pergala kooperatifler, komînên aborî, torên piştevaniyê û hwd bi rêxistin bikin .
* Li dijî polîtîkayên şer ji bo aştiyek makiyde û demokratîk we civînên gel, panel, gotibêj û mîtîngan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de wê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmirê mîtîngên bi dirûşmeya "Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re hema niha" mîtîngan li dar bixin. Mîtînga destpêkê wê 22'ê Tîrmeha 2019'an li Amedê pêk were. Di 1'ê Îlonê de jî wê li gelek bajarên cuda mîtînên bajaran li dar bixin.