HDP’ê der heqê şîdeta li dijî jinê de daxwaza lêkolîna meclîsê kir
HDP’ê der heqê şîdeta li dijî jinê de daxwaza lêkolîna meclîsê kir
HDP’ê der heqê şîdeta li dijî jinê de daxwaza lêkolîna meclîsê kir
Parlamentera HDP’ê Selma Irak diyar kir ku di şîdeta li hemberî jinê û cînayetên jinan de rola dewletê mezin e û daneyên fermî parve kir: “Di bûyerê şîdeta nava malbatê de di sala 2009'an de 171, di 2010'an de 177, di 2011'an de 163, 2012'an de 155 û 2013'an de 136 jinî jiyana xwe ji dest daye. Di 2014’an de jî di nava 10 mehan de 255 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin.” Irmak diyar kir ku li gel daxwaza wan a parastina jinan, jin tên qetilkirin û her wiha qanûna parastinê ya heyî rexne kir û der barê mijarê de lêkolîna meclîsê xwest.
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak daxwaz kir ku divê sedema qetilkirina jinan a ku her diçe zêde dibe, lê lêkolîn kirin û ji bo tespîta tedbîran lêkolîna meclîsê xwest.
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ RÊ LI BER ŞÎDETÊ VEDIKE
Irmak anî ziman ku yek ji astengiyên herî mezin ên derdoreke bi tendurist û sazbûna civakî şîdeta civakî û kesane ye û got: “Rolên zayenda Civakî û girêdayî rêbaz û mekanîzma di dîrokê de li gorî erdnîgarî, dem, çîn û nîjadan û her wiha li gorî şert û mercên siyasî cudabûnê nîşan didin. Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şaş ên pêk tên şîdeta li ser jinê zêde bûye. Dewlet şîdeta heyî ya di qada taybet û cemawerî de ji nedîtî ve tê û li dijî cudahiya zayenda civakî polîtîka pêş nexistiye û ji ber vê jî şîdeta li ser jinê berdewam kiriye.
Dewlet divê îradeyeke siyasî ya ku pêşî li şîdet û newekheviyê digire be. Di rewşa ku îradeyeke siyasî ya bi vî rengî tunebe, pergaleke darazê ya ku xwedî ne hestiyariyeke têre dertê holê. Biryarên der barê mafên jinan de tên girtin û polîtîkayên tên pêkanîn li ser kaxizan dimînin û sererastkirinên ne qanûnî nayê dîtin”
DI 2014’AN DE 255 JIN HATIN QETILKIRIN
Irmak diyar kir Tirkiye di mijara peyman Pêşîgirtiya Her Cureyê Newekheviya li dijî Jinan a Neteweyên Yekbûyî ku îmze kiriye têk çûye û daneyên fermî parve kir: “Di bûyerê şîdeta nava malbatê de di sala 2009'an de 171, di 2010'an de 177, di 2011'an de 163, 2012'an de 155 û 2013'an de 136 jinî jiyana xwe ji dest daye. Di 2014’an de jî di nava 10 mehan de 255 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Di demek kurt de di 13’ê Mijdarê de DMME’ê Tirkiye di mijara ku jina bi guman miriye de mehkûm kir.
Irmak sererastkirina biryara parastinê rexne kir û diyar kir ku li gel refromên ku tê kirin di serlêdanên bi vî rengî de heta dawiyê naşopînin û aliyên şîdetê pêk tînin bê ceza dimînin û têkoşîna li dijî şîdeta nava malê bê bandor tê hiştin. Irmak da zanîn ku li gel daxwazên wan ên ji saziyên fermî ya ji bo parastina jinan jin nehatine parastin û hatine qetilkirin.”