HDP’ê bertek nîşanî rapora SETA’yê da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî rapora SETA’yê da û diyar kir, “Ne rojnamegerî, belkû weke hedef nîşandana rojnamegeran sûc e”.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî rapora SETA’yê da û diyar kir, “Ne rojnamegerî, belkû weke hedef nîşandana rojnamegeran sûc e”.
HDP bi daxuyaniyeke nivîskî li hember rapora weqfa lêkolînên civakî, aborî û siyasî (SETA) bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weqfa SETA ya nêzî hukûmetê bi weşandina belgeya bi sernavê ‘Niçikên tirkiyeyî ya saziyên çapemeniya navneteweyî’ re gelek saziyên çapemenî û rojnamegerên ku di van saziyan de dixebitin weke hedef nîşan daye. Bi awayekî vekirî di vê belgeyê de bi dîmenan cih dane nav, serpêhatî, nûçe û parvekirinên medyaya civakî ên gelek rojnamegeran; kedkarên çapemeniyê bi awayekî eşkere ji aliyê SETA’yê ve hatine armanc kirin.
Beşa encam û pêşniyarên ku di belgeyê de cih girtinê herî kêm bi qasî tevahiya belgeyê xeternake. Îfadeyên ku di van beşan de hatine bikar anîn, mikurhatina sîxurî û armanckirina rojnamegeran e. Ji sansurkirina li hemberî saziyên çapemeniyê û ji kar avêtina rojnamegran re rê hatiye vekirin. Ev belge ku ji raporekê zêdetir îdeanameyên dozgerî tînin bîra mirov, ti ferqa xwe ji bîrnameyên çapemeniyê ya pêvajoyên darbeyê nînin.
Rojnamegerên ku di nava vê belgeyê de behsa wan tê kirin rojnamegerên herî rêzdar ên tirkiyê ne. Ev navane, bi rexmê hemû zext û gefên li dijî rojnamegeran, di domandina pêşeya xwe de li ber xwe didin û rastiyan bi raya giştî re parve dikin. Ev rewşeke ne sûc e, belkû divê pê serbilind be. Sûcê esas ew e ku tu çapemeniyê bixî bin serdestiyê, pêşî li mafê agahîwergirtinê ya raya giştî bigirî, rojnamegeran armanc bigirî û bikî sedem ku bi êrîşan re rûbirû bimînin.
Em; Partiya Demokratîk a Gelan careke din diyar dikin ku mafê civakê yê agahîwergirtinê û rûmeta pîşeyî ya rojnamegeriyê diparêzin. Em dubare piştgiriya xwe ya bi rojnamegerên ku navê wan di belgeya SETA’yê de heyî, eşkere dikin. Wê ev rojên ku rûreşiya mirovahiyê biqedin û nirxên mirovahiya bi rûmet afirandî bimînin."