HDP'ê banga 'berxwedana aştiyê ya topyekûn' kir

HDP'ê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de bal kişand ser polîtîkayên AKP û Serokkomar Erdogan ên rê li ber komkujiyan vedikin û got, "Li dijî pêngava şer a qesrê, wê pêngava berxwedana aştiyê ya topyekûn bê kirin."

HDP'ê, encamnameya civîna Meclîsa Partiyê aşkera kir. Di encamnameyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên AKP û Serokkomar Erdogan ên rê li ber komkujiyan vedikin û hat gotin, "Li dijî pêngava şer a qesrê, wê pêngava berxwedana aştiyê ya topyekûn bê kirin."

Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, bi serenavê "Li dijî şerê qesrê, aştiya topyekûn" hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku civaka Tirkiyeyê bi Serokê Giştî yê AKP'ê yê ku weke Serokwezîrê desthilatdariya 'yek partî' tevdigere re rû bi rû ye û hat destnîşankirin ku bi biryar û gavên Serokwezîrê demkî re pêla şer û şîdetê ya civakê ji kûrahiyê ve dihejîne û rê li be windahiyên bi êş vedike, roj bi roj mezin dibe.

SEKINANDINA CENAZEYAN Û KOMKUJIYA ZERGELÊ

Di dewama encamnameyê de hat destnîşankirin ku feraseteke welê li holê heye ku bi rêbazeke cihê xwe di nava ti baweriyan de nîne û bi fermana Serokwezîr re cenazeyên ciwanên di têkoşîna li hemberî barbarên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, bi rojan li ser sînor tê sekinandin û radestî malbatan nayê kirin û hat gotin, "Di dema bomberdûmana Davûtgolû navê 'Operasyona Aramî û Demokrasiyê' lê dike de li gundê Zergelê yê herêma Qendîlê, zarok, jineke ducanî jî di nav de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes birîndar bûn. Her balafira bi hewa dikeve, ne tenê zerarê dide Kurdistana li Iraqê yan jî mirovên li wir, di heman demê de dibe barekî giran li aboriya Tirkiyeyê û gelê kedkar û xizan."

'ERDOGAN Û AKP WÊ WINDA BIKIN'

Di danezanê de hat gotin, "Plana Erdogan-Davûtoglû, ku MHP jî jê re palpiştiyê dike, hem ji aliyê me hem jî ji aliyê derdorên cuda yên civakê ve tê dîtin" û ev xal hat destnîşankirin; "Çi dikin bila bikin, wê nikaribin HDP'ê bê qîmet bikin, wê nikaribin HDP'ê di binê bendê de bihêlin. AKP û Erdogan vî şerê dane destpêkirin, ji bo qezençkirina hilbijartinê bi kar tînin. Lê belê ev helwest wê bi Erdogan û AKP'ê bide windakirin. Jİ ber ku ev ne şerê civaka Tirkiyeyê ye, şerê cûnta qesrê ye. Nayê qebûlkirin ku ti Serokkomar an jî Serokwezîr zarokên vî gelî ji bo pêşeroja xwe ya siyasî feda bikin. Mafê reda wijdanî mafekî ku divê li dijî van polîtîkayên zextdar, were bikaranîn."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku pêvajoya çareseriyê yekser ji aliyê dewletê û rêveberê welêt ve hatiye sekinandin û hat gotin, "Em careke din bang li rêveberên welêt dikin. Divê demek ji ya din zûtir polîtîkayên çareseriyê yên dawî li şer û windahiya jiyanan tîne, bikevin dewrê. Pêwîste gavên pêşî li şer û mirinan digire tavilê û bi lezgînî werin avêtin."

BANGA LI GELAN, HÊZÊN DEMOKRASIYÊ Û RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ

Di encamnameyê li hemû sazî, pêkhateyan, hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyeyê, mirovên xwedî wijdan, mirovên demokrat, derdorên baweriyan, malbatên leşkeran, rêxistinên mafên mirovan ên nanveteweyî û saziyên dijberiya şer, ev bang hat kirin:

"Divê 'bêdengkirina çekan, rewşa agirbestê ya aliyan, dawîanîna tecrîda li Îmraliyê û bi diyalog û muzakereyan re afirandina çareseriyê' ji bo me hemûyan zemîna hevpar a têkoşînê be. Bi çalakiyên aştiyê, civîn û mîtîngan re em têkoşîna demokratîk a sivîl bilind bikin. Li hemberî dengê çekan em dengê siyaseta demokratîk bilind bikin. Ji bo pirsgirêkek navneteweyî bi destek û piştgiriya navneteweyî were çareserkirin, gavên xwe zêde bikin."

'EM Ê BERXWEDANA AŞTIYÊ YA TOPYEKÛN NÎŞAN BIDIN'

Di encamnameyê de hat gotin, "Li dijî pêngava şer ê qesrê, wê berxwedana aştiyê ya topyekûn bê kirin. Pêngavên têkoşîna aştiyê ya li qada navendî, wê di nava hemû rêxistinên me yên herêmî de deng vedin."

Encamnameyê wiha dewam kir:

"Li aliyê din kengî tê kirin bila were kirin HDP bi hemû rêxistinên xwe yên herêmî, bi hemû pêkahte û saziyên xwe re ji bo hilbijartineke giştî ya nû amade ye û wê lezê bide xebatên xwe yên di vî warî de.

Em dizanin serketî û têkçûyê vî şerî nîne. Li dora maseyê, li ser zemînê Mutabaqata Dolmabaheçyê meşandina siyaseta demokratîk û pêkanîna agirbestê, xwedî girîngiyeke mezin e. Her gava di vî warî de were avêtin, gelekî bi qîmet e.

HDP bi biryar e ku polîtîkayên dawî li şer bîne, pêşî li mirinan bigire û aştî û çareseriyê biafirîne. HDP wê vê pêk bîne."