HDP'ê bal kişand ser rîska pêla duyemîn
HDP'ê hişyarî da ku eger navendên sergirtî yên bazarê (AVM) bên vekirin, dibe ku rîska pêla duyemîn mezintir bibe.
HDP'ê hişyarî da ku eger navendên sergirtî yên bazarê (AVM) bên vekirin, dibe ku rîska pêla duyemîn mezintir bibe.
Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye kose daxuyaniyek weşand û diyar kir ku vekirina AVM'yan dibe ku rîska pêla duyemîn mezin bike.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku AVM wê 11'ê Gulanê bên vekirin û got, "Bi vê biryarê re ji bo berjewendiya sermayeyê, civakê û karkerên AVM'ê radestî şewbê tê kirin."
'TI TEVDÎR WÊ TÊRÊ NEKE'
Kose got, "Mirovên ku bi mehan e li malê asê mane, bi vebûna AVM'yan re wê bêjin ku rîska şewbê ji holê rabûye û bi vî rengî bêyî hay ji xwe hebe bi rehetî tevbigerin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di rewşa heyî de ti tevdîrên têkildarî AVM'yan bên girtin wê têrker nebin. Divê biryarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yên li ser asayîbûnê li ber çavan bên girtin û heta şewb teqez neyê kontrolkirin divê AVM neyên vekirin."