HDP: Diyariya me ya ji bo dayikan wê welatekî azad be

Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, "Diyariya me ya herî bedew a ji bo dayikan wê welatekî azad be."

Meclîsa Jinan a HDP'ê bi wesîleya Roja Dayikan daxuyaniyek weşand.

'DAYIKÊN KURD LI BER GORÊN ZAROKÊN XWE NOBEDÊ DIGIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hinekan ji wan bi salan li hestiyên zarokên xwe geriyan, hinek neçar man cenazeyê zaroka xwe li sarincê bihêle, hinekan jî hestiyên zarokê xwe ji postayê wergirt, zarokên hinekan li Pirsûs, Enqere, Amed û Gezî hatin qetilkirin, hinekan ji bo leşker gorên zarokên wan xera neke kêlê wan rakir, hinekan ji wan li ber goristanan nobed girtin, hinek neçar hatin hiştin ku kêlan bişikînin, hinekan zarokên xwe li madenê, li febrîqeyan, li kar ji dest dan, zarokên hinekan ji bo karibin bistirên û konserê bidin çavên xw eli jiyanê girtin.

Tifaqa AKP-MHP ji aliyekî ve li televîzyonan li ser zarokên diyariyan didin dayikên xwe propagandayê dike, li aliyê din jî welê li dayikên Kurdan dike ku neçar dimînin li ber gorên zarokên xwe nobedê bigirin, bi rêya kargoyê cenazeyê zarokên xwe werdigirin.

Her wiha di vê demê de li Tirkiyeyê bi milyonan jin di Roja Dayikan de li nava şert û mercên pandemiyê li malê keda wan tê xwarin û dibin hedefa tundiya mêr. Desthilatdariya ku qîrîna jinên li pêş çavên zarokên xwe hatin qetilkirin nebihîst, bi gotina "dayiktiya pîroz" bi polîtîkayên mêtingeriya keda jinê ya kapîtalîzma serdestiya mêr, jinan li malê hepis dikin.

'DIYARIYA HERÎ BEDEW WELATÊ AZAD E'

Dayi, li gel van êşên giran ji têkoşînê venagerin. Diyariya me ya herî bedew a ji bo dayikan wê welatekî azad be.

Desthilatdariya ku li ser dayiktiyê siyaseta şer dimeşîne bila bi vê zanibe, Em Jin; li vê xaka ku bi têra xwe têra rondikên çavan bûye; ji bo paşerojeke demokratîk û azad ji nifşên nû re weke mîrate bihêlin, em ê li qadan têkoşîna xwe bidomînin."