HDP: Divê li Tetwan û Ebexê li dijî xespkaran helwestek hevpar hebe

HDP’ê bal kişand li ser şaredariyên Tatwan û Ebexê ku ji aliyê AKP’ê ve hatine xespkirin û banga helwesta hevpar kir.

Hevberdevkê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Aslan daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got;

“Piştî hilbijartina 31’ê Adarê ve desthilatdariya AKP’ê û saziyên wê bi lezgînî ketine nava tevgerê û ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve ji bo 26 şaredariyên HDP’ê fermaneke fermî hatiye dayîn. Herî dawî pêngavên dizî û xespê yên ku bi salane desthilatdarî dike li Tatwan û Ebexê hate avêtin.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de li şaredariya Tatwanê ku AKP’ê bi dengek kêm qezenç kir 14 endamên meclîsa şaredariyê ya partiya me û 11 endamên meclîsa şaredariyê ya AKP’ê derket. Li vê navçeyê ku piraniya meclîsê HDP’yî ne biryarek sosret hate dayîn bi hinceta ku lêpirsîn heye ji 14 endamên şaredariyê yên HDP’ê 9 ji peywirên hatine girtin.

Hinceta biryarê; Madeya 47’an a Hejmara 5393 ya Qanûna Şaredariyê û fikraya 4’an a madeya 17’emîn ya Destûra Bingehîn hatiye nîşandan. Di van madeyan de hincetên ku têne gotin tu eleqeya xwe bi mijarê re nîne û ji bo gotina vê jî ne pêwîst nake mirov hiqûqnas be.

Dema ku biryara mijara gotinê were lêkolîn kirin, Endamê me yê Meclîsa Şaredariyê Diyar Orak dosyayekî doza dîrka 2017’an heye û li beramberî vê dozên nû yên sala 2019’an ji bo 8 endamên me hatine vekirin. Têkildarî yek ji wan jÎ biryarekî ya dadgehê nÎne. Ev bêhiqûqiyekî mezin û bêehlaqiyekî siyasî ye.

Li aliyê din li navçeya Ebex a Wanê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi 53 ji sedî partiya me qezenç kiriye û meclîsa ku ji 25 endaman pêk tê jî piraniya wan bidestxistiye. YSK’ê bi biryara BHQ’ê şaredariya ku HDP’ê qezenç kirî xesp kir û daye AKP’ê. Herî dawî 21’ê Gulana 2019’an hevşaredar Leyla Atsak û Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Hulya Darak jî di nav de gelek endamên partiyê destgîr kirin.

‘DIVÊ HELWESTEK HEVPAR WERE NÎŞANDAN’

Li Tatwan û Ebexê xespkirina îradeyan, bêhiqûqî û hişmeniya qeyûm ya desthilatdariyê dewama rejîmê ye. Divê li dijî vê xespkirina îradeyê helwestek hevpar were nîşandan.”