HDP: Divê kedkar piştgiriyê bidi berxwedêrên Yataganê

HDP: Divê kedkar piştgiriyê bidi berxwedêrên Yataganê

Lijneya Rêveber ya Navendî ya HDP’ê  bang kir ku, kedkar piştgiriyê bidin berxwedana karkerên Yataganê. HDP’ê da diyarkirin ku, ew li gel têkoşîna mafdar ya karkerên ocaxê madenê û santralên termîk ên Yatagan, Yenîkoy û Kemerkoyê ya li dijî xwemalîkirinê ne.

Lijneya Rêveber ya Navenda Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) têkildarî berxwedana karkerên Yataganê daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê da diyarkirin ku, “dixwazin ocaxên kumirê û stanralên termîk xwemalî bikin û dagirbikin, her wiha karkeran jî derbixin. Çalakiya karkerên Yataganê ên endamên Maden-Îş û TES-Îş ji meha Îlonê ve dest bi berxwedanekî mafdar û birûmet kirine.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku, hikumeta AKP’ê hewili dide bi polîtîkayên dagirkirina kedê, taşeron û tunekirina sendîkayan , bi hêza polîs û zora dewletê têkoşîna aştî, maf û azadiyê ya li çar aliyên Tirkiyeyê bilind dibe asteng bike. Ev êrîş li Muglayê li ser karkeran didomin.

HDP’ê da zanîn ku, “Valiyê hikumetê ku guhê xwe li daxwazên karkeran girtiye, bi TOMA, jop, gaza bîberê û tundiya polîsan êrîş dike, ev jî ne bes bû vêcarê bi hinceta serdan, mitîng û şova Serokwezîr ya Muglayê ev heftiyeke dibêjî qey rewşa awarte îlan kiriye” û bang li kedkaran kir ku piştgiriyê bidin karkerên Yataganê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bila dest ji polîtîkayên xwemaliya ku dibe sedema hejariya kedkar û karkeran. Hate diyarkirin ku, di têkoşîna gelê Tirkiyeyê ya bilind dibe de karkerên Yataganê netenê ne. HDP’ê bang li hemû gelên piştevaniya Berxwedana Gezî kirine kir, piştgiriyê bidin karkerên Yataganê û têkoşînê bilind bikin.