HDP: Divê bi lezgîn ji bo penaberan tevdîr bên girtin

Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê got: “Divê di têkoşîna bi şewbê re têkildarî koçberan tevdîtên lezgîn bên girtin.”

Hevseroka Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Gulsem Agaoglû têkildarî tehdîda vîrûsa Korona ya li ser koçberan daxuyaniyek nivîskî parve kir.

PÊŞNIYARÊN LEZGÎN

Hinek tevdîtên lezgîn ên HDP’ê ji bo koçberan bên kirin wiha rêz kir:

“Ji bo xwegihandina xizmetên tenduristiyê dev jî mercê tomarkirî yê koçberan bê berdan.

Divê ximeta tenduristiyê ya pir ziman bê dayîn, divê koçber jî mîna her welatiyeke li ser vê erdnîgariyê dijî bê cudahî bê testkirin û di warê tenduristiyê de bê kontrolkirin.

Ji bo koçberên bê mal li kolanan dimînin mercên bicihbûnê bên avakirin.

Divê tavilê amûrên paqijiyê ji bo koçberên li kampan dimînin bên dabînkirin.

Karkerên bê kar divê pêwîstiyên bingehîn ên mirovî bên pêşwazîkirin.

Divê dawî li bendewariya koçberên li ser sînorê Edîrneyê ne bên anîn, koçberên li vir sekinîne ji aliyê dewletê ve şertên veguhestinê bên çêkirin û rê bêdayîn ku dixwazin li kîjan bajarî bimînin biçinê.”