HDP: Dest nedin siyasetmedar û parastinê
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umîd Dede got dest li siyasetmedar û parastinê nedin û ew ê li dijî êrîşa li ser parastinê rawestin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umîd Dede got dest li siyasetmedar û parastinê nedin û ew ê li dijî êrîşa li ser parastinê rawestin.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umîd Dede bi daxuyaniya niviskî li dijî operasyona qirkirina siyasî ya bi lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê gelek siyasetmedar û 24 parêzer hatin destgîrkirin daxuyanî da û hate bibîrxistin derheqê 101 kesî biryara lêpirsînê hatiye standin.
Dede got, ''Ev pêla destgîrkirinê ya li ser partiya me û saziyên demokratîk ti têkiliya xwe bi hiqûqê nîne. Ev destgîrkarî, encama polîtîkaya çavtirsandinê ya faşîzma desthilata AKP-MHP'ê ye ku li dijî HDP'ê, nûnerên siyaseta demokratîk û kes û saziyên din rê ve dibe.''
Dede gotina Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamîn Gul ku gotibû, ''Bila dad saz bibe, te divê bila qiyamet rabe'' bi bîr xist û got, ''Nîqaşa reforma li qada darazê li Amedê bi rengê destgîrkirina parastinê bûye.''
Dede her wiha diyar kir ên ku di hişê xwe re dibin ku hevpîşeyên wan, siyasetmedar wê bi zext û zordariyê gav bi paş ve bavêjin wê têk biçin, li dijî êrîşên li ser hevpîşeyên wan, ser parastinê ew ê bi rengekî xurt bisekinin û xwest ku siyasetmedar û parêzerên hatin destgîrkirin demildest were berdan.