‘HDP dê bibe stêrka hilbijartinan'

‘HDP dê bibe stêrka hilbijartinan'

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Hevserokê Stenbolê yê HDP'ê Şamîl Altan destnîşan kir ku HDP dê bibe stêrka hilbijartinên herêmî, Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Ziya Ûlûsoy jî da xuyakirin ku HDK û HDP dê bi têkoşîna xwe re di nava girseyên di bin hegemonya AKP'ê de ne, sempatiyê biafirîne.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî û Hevserokê Stenbolê yê HDP'ê Şamîl Altan û Endamê Desteya Rêveber Ziya Ûlûsoy beriya kongreya dawiya hefteyê ya li Enqerê ji ANF'ê re axivîn. 

'HDK ROJEVA SIYASÎ DIYAR DIKE'

Altan diyar kir ku HDK di roja îro de weke îfadeya berjewendiyên gelan rojevê diyar dike û got, "Di civata giştî ya 26'ê Cotmehê de dê ev yek were destnîşankirin û wê bibe qonaxek rêwîtiya gelên me ji bo hêviyê."

Altan bibîr xist ku şiyara bingehîn a kongreya 27'ê Cotmehê ya HDP'ê "Ev hînê destpêkêke" ye û got, "Desthilatdarî û mûxalefeta bingehîn, HDP'ê nîqaş dikin. Her çend ev nîqaş li ser hin navan dimeşe jî her kes pê hesiyaye ku HDP dê li Tirkiyê rola mifteyê bileyze. Ji ber ku dîtin ku HDP weke alternatîfeke gelan hat rojevê."

Altan wiha peyivî: "Ev hilbijartin ya rast weke hilbijartineke HDP'ê ye. Ji ber ku hilbijartinên herêmî ye û gel dê çarenûsa xwe diyar bike û bajarê xwe bi xwe rêve bibe, HDP dê bibe stêrka van hilbijartinan."

Altan berxwedana Gezî bibîr xist û got, "Gotina, 'Emê xwe û bajarê xwe, bi xwe rêve bibin' bêguman me ji mêj ve gotibûn. Lê belê berxwedana Gezî bû qadeke ku vê nêrînê xwe lê realîze kir. Emê di pêvajoya hilbijartinê de nîşan bidin ku gotinên me û nêzîkatiyên me yên programatîk çiqasî ji bo jiyanê guncaw in."

Altan ragihand ku yekemcar e hêzên demokrasiyê yekitiya xwe bi hewldanên ewçend aram û kolektîf diafirîne û got, "Vê yekê rê li ber şoreşeke mejî vekir. Eger li hemberî hêzên sermiyan hewldan û vîneke têrker were nîşandan, gengaz e ku yekitî û bereyeke gel were avakirin."

'NÊRÎN HATIYE PEJIRANDIN'

Altan ji bo HDK'ê jî wiha peyivî: "Bêguman ji ber ezmûneke nû ye, pirsgirêk hene. dibe ku bandora me ya siyasî ya li qada siyasî rojevê diyar dike, ji hewldanêm me yê rêxistinbûyînê zêdetir e. Em hewl didin rêxistinbûyîna xwe bigihêjînin siyaseta xwe û me di serhildana Gezî de ev dîtin. Çi xeyalên me hebûn di têkoşîna Gezî de pêk hat lê di warê rêxistinînî de me zehmetî kişandin ku binê vê dagirin. Nêrîn hatiye pejirandin û derketiye holê ku dikare pêk were."

"NE HEYELAN BE JÎ DÊ ERDÊ BIŞEMITÎNE"

Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Ziya Ûlûsoy jî destnîşan kir ku eger HDK û HDP di dema pêş de huner û biryardariya ji bo parastina mafên aborî û civakî yên kedkaran nîşan bide, dê di nava girseyên di bin hegemonya AKP'ê de ne jî rê li ber sempatiyê veke û got, "Eger ne heyelan be jî dê erdê bişemitîne."

Ûlûsoy got, "Dê derbê li nêrînên reşbînî yên ku dibêjin hegemonay AKP bi hêsanî rastî erozyonê nayê, bixe."

Ûlûsoy ragihand ku dengdayîna HDP'ê beriya her tiştî tê wateya xurtkirina parêzvanên mafên aborî û civakî yên gelên bindest, azadiya demokratîk a baweriyan û kedkaran e û got, "Di vê rê de wê bi hêviyeke mezin hem Tirkiyeya azad û demokratîk were avakirin hem jî baweriya ji xwe ya kedkaran were xurtkirin û feydeyeke mezin li xurtbûna hêzên sosyalîzan demokratîk, şoreşger, serbixwe yên kedkar û gelan ên li dijî bûrjûvaziyê bike."