HDP çû serdana DÎAY-DER û federasyona Elewiyan

HDP beriya meşa di 15’ê Hezîranê de çû serdana DÎAY-DER û Federasyona Komeleyên Elewiyan.

Xebatên têkildarê meşa ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya wê ji Edîrne û Colemêrgê ji du baskan ve ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin didomin. Komîsyona Gel û Baweriyan ya HDP’ê îro jî li Stenbolê serdana Saziya Piştgirî û Alîkarî ya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Federasyona Saziyên Elewî (ADFE) kirin.

Heyeta ku ji hevberdevkên komîsyonê Wekîla HDP’yî Tulay Hatîmogullari, Serokê Fexrî yê Konfederasyona Yekîneyên Elewî yên Ewropayê (AABF) Tûrgût Oker, Endamê Meclîsa Partiyê Nesîmî Aday û Rêveberên Rêxistina Bajarê Stanbolê pêk dihat destpêkê çûn serdana DIAY-DER’ê.

Hatîmogullari diyar kir ku pêvajoyekî nû ya zordestî li welêt heye û got: “Li ser gelê Kurd û hemû her kesê zordarî zêdetir bûye. Em dixwazin ku gelan ji du serê Tirkiyê werin cem hev. Pira gelan ava bikin, destê gel û baweriyên cuda bigihînin hevudu.”

Heyet li Cemxaneya Garîp Dede bi rêveberên Federasyona Saziyên Elewî (ADFE) civiya. Heyet ji aliyê rêveberên Cemxaneyê û Federasyonê hatin pêşwazî kirin.

Heyet wê hevdîtinên xwe di saet 18:00’an de bi Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê re bidomîne.