HDP: Biryara DMME ya li ser Roboskî cihê şermê ye

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku biryara "binpêkirina mafên mirovan" a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser Roboskî wê neyê jibîrkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana li ser komkujiya Roboskî ku 34 kes ji ber bomberdûmana balafirê şer ên Tirk hatin kuştin, bi hinceta ku rêyên hiqûqa navneteweyî bi temamî nehatine bikaranîn, red kir.

Ji bo sedema biryarê jî hate gotin ku parêzerên dosyayê wekaletname di dema xwe de nedane.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dadgehê ji bo van serlêdêran biryara neqebûlkirinê daye, lê belê ji bo serlêdêrên din berpirsyariya xwe ya ji bo lêkolînkirinê jî bi cih neaniye."

Başaran biryar weke "cihê şermê" bi nav kir û got, "Kêmaniya du belgeyan ku ji bo hemû serlêdêran derbas nabe û dikare bi sîstema UYAP'ê bê ragihandin, ji bo biryara qebûlnekirinê weke hincet hate nîşandan. Ev yek li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên DMME nayê."

Başaran diyar kir ku ev biryar wê weke biryara 'mafdar nîşandana dewleta Tirk' di dîrokê de cih bigire û DMME Komkujiya Roboskiyê ji aliyê hiqûqî ve ji nedîtî ve hat û bi vî rengî baweriya bi edaletê kêm kir.

Başaran da xuyakirin ku komkujiya Roboskî birînek di dilan de ye, lê vê biryara DMME ya ji ber derengdayina du belgeyan serlêdan red kir, birîn ji nû ve der kiriye.

Başaran destnîşan kir, çawa ku Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin, ev biryara DMME ya ku hiqûqa mafên mirovan binpê dike, wê timî wijdanê mirovan biêşîne.

Ayşe Acar Başaran got, "Divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bin zexta otorîteyên siyasî û dewletan rizgar bibe û li gorî armanca damezrandina xwe, hurmetê nîşanî hiqûqa mirovan bide."