HDP: Binçavkirin nikare xebatên ‘NA’yê bide sekinandin

HDP’ê bal bir ser vê yekê ku bi binçavkirinan dixwazin xebatên ‘NA’yê asteng bikin û got, “Kesên ji bo demokrasî û edaletê têdikoşin, bi van riyan bêdeng nabin.”

Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê îro ji bo qirkirinên siyasî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Hema hema her roj li gelek bajar û navçeyan, endam û rêveberên partiya me û pêkhateyên me tên binçavkirin û girtin. Bi van operasyonên wisa re, dixwazin bandorê li ser encamên referandûmê bikin” û ev tiştên hanê hatin ragihandin:

‘WÊ BIBIN DEQEKE REŞ’

“Îro jî Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû, rêveberên Meclîsa Partiyê û endamên partiya ESP’ê ya ku yek ji pêkhateya me ye, hatine binçavkirin.

Desthilatdariya ku her roj bi talîmatan bi saziya darazê re operasyonan pêk tîne, bêhiqûqiyê didomîne. Qedexe û astengiyên di Rewşa Awarte de têr nekiriye û bi vê re serî li binçavkirin û girtinan didin.

Em careke din bangî endamên saziya darazê dikin ên ku bi talîmatên desthilatdariya AKP’ê tevdigerin: Ev tevgerên we li dijî rêzikên hiqûqî yên gerdûnî û demokrasiyê ne, û ne li gorî peymanên navneteweyî ne yên ku Tirkiyeyê îmze kiriye.

Ji bîr nekin ku dozger û dadgerên ku pesnên wan dihatin dayîn îro yan di girtîgehê de ne û yan jî derketine derveyî welat. Duh yên li ser serê wan, îro bûne xayîn.  Xwediyên van polîtîkayên, wekî demên berê wê di siberojê de jî wekî deqeke reş di dîroka hiqûq û demokrasiyê de cih bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin ku, “Ev pêkutî ne dikare xebatên ‘Na’yê bide sekinandin û ne jî dikare leza wê kêm bike. Kesên ji bo demokrasî û edaletê têdikoşin bi vê riyan bêdeng nabin.