HDP: Bila ESP'yiyên hatine binçavkirin serbest bên berdan
HDP: Bila ESP'yiyên hatine binçavkirin serbest bên berdan
HDP: Bila ESP'yiyên hatine binçavkirin serbest bên berdan
Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş bi daxuyaniyeke nivîskî xwest, endamên partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên hatine binçavkirin, serbest bên berdan.
Beştaş da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê li benda qanûnîbûna pakêta nû ya ewlekariyê nesekiniye û ew xistiye meriyetê. Beştaş diyar kir ku di vê çarçoveyê de li Stenbolê 23 endamên ESP'ê û endamekî Meclîsa partiyê ya HDP'ê di serdegirtinên nîvê şevê de hatine binçavkirin û destnîşan kir, ku temamiya kesên hatine binçavkirin girtiyên Gezî yên hatine berdan in.
Beştaş ragihand ku hemû sûcdariyên li binçavkiriyan tên kirin, li ser xebatên legal ên partiya siyasî, bîranîn û çalakiyên piştevaniyê ne û got, "Desthilatdarî û hêzên ewlekariyê, hewl didin xebatên siyasî û qanûnî yên ESP'ê krîmînalîze bike. Ya herî girîng û trajîk ew e, ku tê îdîakirin ev operasyonê li ser giliyê bazirganekî narkotîkê hatiye destpêkirin, ku vî bazirganî ji polîsan re gotiye ESP'yî ji wî re bûne asteng. Bi îfadeyên endamên çeteya narkotîkê û şahidên veşartî operasyon tên kirin, ev rewş gelekî manîdar e."
Beştaş xwest dawî li êrîşên binçavkirinê bê anîn û yên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.