HDP: Bi qutkirina ava vexwarinê Tirkiye sûcê şer dike

Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê diyar kir, "Bi qutkirina ava vexwarinê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcê şer tê kirin."

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca-Hişyar Ozsoy li ser qutkirina ava vexwarinê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji ber êrişên dagirkeriyê yên 9'ê Cotmehê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, stasyona avê ya Alloûk a li Serêkaniyê hate dagirkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ev stasyona avê ku ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asteke krîtîk de girîng e, nêzî 500 hezar kesî xwedî dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP'ê bi zanebûn nahêle ev stasyona avê bixebite û ji ber vê yekê jî ku veguheriye sûcê şer, Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî di 8'ê Mijdara 2019'an de hişyarî da.

HDP'ê diyar kir, desthilatdariya AKP'ê bi guhertina demografiya herêmê û koçberkirina gelê xwecihî bi rengekî giran sûcê şer dike û destnîşan kir, birîna avê li ser gelê sivîl, sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de girîngiya paqijiyê li dijî şewba vîrûsa koronayê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku li gel vê yekê birîna ava paqij li ser Bakurê Sûriyeyê, ne tenê gefeke li dijî gelên Bakurê Sûriyeyê, di heman demê de li dijî mirovahiyê ye û ti carî nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de bang li desthilatdariya AKP'ê hate kirin ku dest ji van rêbazên xwe yên bêwijdan û bêexlaq berde.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û DYE'yê jî hate kirin ku bi roleke çêker tevbigerin.