HDP benda hilbijartiyê ye li pêşiya AKP'ê

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê demeke kin maye. Encamên vê hilbijartinê ewqasî girîng in ku bi dikare rê li ber serdema sêyemîn a komarê veke.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku dîroka modern a Tirkiyeyê dinirxîne, timî cudahiyekê destnîşan dike. Mejiyê vê dewleta zordar a nod salî ku ji dîroka şikestina desthilatdariyan pêk tê, ji bilî guhertina şeklî-cewherî tiştek nekir. Desthilatdariyê dest guherand, lê belê yên ku zerar ji vê dîtin qet neguherîn. Di serî de Kurd, gelên din, kedkar, ciwan, jin û xizanan timî zerar dîtin.

TC ku heta serdema 1980'î bi bandora fşaîzma Tirk a Spî bi rê ve diçû, piştî salên 80'î berê xwe da aliyekî din. Êdî wê xeta Kayserî-Konya bi bandor bûya ku em jê re "Faşîzma Tirk a Kesk" dibêjin. Ocalan ji bo vê serdema nû jî dibêje 'Serdema 2. a Komarê'. Komar di qonaxeke nû de ye.

EV HILBIJARTIN ÇIMA JI YÊN DIN GIRÎNGTIR E?

Ji bo em balê bikişînin ser girîngiya hilbijartinên hefteya bê, me ev çend xal bi bîr xist.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê demeke kin maye. Encamên vê hilbijartinê ewqasî girîng in ku bi dikare rê li ber serdema sêyemîn a komarê veke. Di asta krîtîk de girîng e û xwedî potansiyela guhertinê ye. Ji ber ku dengdan wê li ser 'ya demokrasî ya jî barbarî' bê kirin. Rastiya ku ji her alî ve em dibînin û pê dihesin ev e.

FAKTORA PIRSÛSÊ

Dikare were gotin ku em derbasî qonaxa dawî bûne ku her tişt wê giran û zehmet be Mikurhatinên Erdogan ên li pişt deriyan li ser HDP'ê û êrîşên piştî van mikurhatinan rû dan. Ev li aliyekî, ya esasî Pirsûs e. Wezîrê Karên Hundir Soylû û piştre jî Erdogan li ser Pirsûsê daxuyaniyên sosret û dûrî ji aqil dan û didin.

Pirsûs ji ber vê yekê gelekî girîng e.

AKP di her dema krîtîk de ji bo xwe 'mafdar' nîşan bide, rê li ber bûyereke 'sembolîk' vedike. Ev bûyer carna dibe cenazeyên leşkeran, carna dibe daxuyaniyên kîn û nefreta li welatekî ya jî partiyekê, carna jî dibe wehşeteke ku ew bi xwe dikin û xwe mexdûrê wê nîşan didin. Sermeselê, mirina 2 polîsan li Serêkaniyê ku derkete holê pîlanek e, îro qet nayê zanîn, behs nayê kirin. Gelek pratîkên AKP'ê yên di vî warî de hene.

Lewma tişta girîng ev e: Divê vê carê destûr neyê dayin ku AKP vê rewşê îstîsmar bike. Eger nikaribe vê bike, heta 24'ê Hezîranê wê nikaribe gelek tiştên din bike. Wê derbeke giran a psîkolojîk bixwe. Ya girîng ew e ku hêzên dikarin li dora bloka demokrasiyê li hev bicivin, di vê mijarê de hemfikir bin û bi daxuyaniyên xwe destekê bidin hev.

BENDA LI PÊŞIYA AKP'Ê %50 NÎNE, HDP BENDA LI PÊŞIYA AKP'Ê YE

Li ser çend rewşên din ên girîng jî dikarin çend gotin werin gotin.

Benda li pêşiya AKP'ê êdî %50 nîne. HDP bi xwe bûye benda li pêşiya AKP'ê. Eger ji HDP'ê derbas bibe, çi bixwaze wê karibe bike. Eger HDP di binê bendê de bimîne, wê tişta dixwaze bi dest xistibe. Yê ku ev yek bi zelalî anî ziman, Serokê BBP'ê Destîcî ye ku yek ji zimanê gemarî yê Erdogan e.

Wekî din, li eniya mûxalefetê valahiyek çawa rû bide, wê AKP dagire. AKP ji bo sorkirin an jî îstîsmarkirina qelsiyên hevrikên xwe, partiyeke têgihiştî ye. Yek ji mezintirîn avantajên xwe jî ev e. Eger mirova bala xwe bide ser, mirovê bibîne ku timî li ser afirandina dijberiyê dimeşin. Ti carî gotineke baş ji devê Erdogan dernakeve. Timî sor dike û mirovan dike dijber. Ji ber ku sedema hebûna wî ev e. HDP li nava çepgiriyê navnîşana yekîtiyê ye. Yekane pir û şens e ku destketiyên Tevgera Azadiyê ya Kurd û eniya Tirkiyeyê ya Sosyalîst bigihîne hev. Divê ev yek baş were bikaranîn. Girîng e ev yek timî bê destnîşankirin.

Kar dewam dike, lê ji bo rizgariya me têrê dike yan na, ev yek mijara nîqaşê ye. Karê ku îro tê kirin divê bersivê bide pêwîstiyên serdemê. Wê bibe hilbijartineke gelekî girîng ku bandorê li paşeroj û jiyana me hemûyan bike. Lewma karekî ji rêzê wê têra me neke. Sermeselê; bêguman em ê biçin tax, malbat û saziyên ku dengê xwe didin me, lê belê ya girîng ew e ku em tim û tim biçin cem mal, cih, malbat û herêmên ku deng nedane me. Divê em dengdêrên xwe jî di vî warî de seferber bikin.

AKP partiyeke ku dengdêrên xwe vedişêre. Gelekî ditirsin ku nêrîna xwe biguherînin. Lewma li herêmên xizan gelek sozên aboriyê didin. Ji ber vê yekê divê timî serdana wan bê kirin.

Mijareke din a girîng jî Kurdên li metropolan e.

METROPOL Û KURD!

Du profîlên dengdêran hene ku dikarin qedera hilbijartinê biguherînin.

Ya destpêkê piştgirî û karê raya giştî ya demokratîk a li rojavayê welêt e, bi taybetî jî desteka CHP'ê. Divê ji her malbateke CHP'yî dengek ji bo HDP'ê bê dayin. Ya duyemîn jî bi milyonan dengdêrên Kurd ên li metropolan e.

Mînak, em balê bikişînin ser Stenbolê. Tê gotin ku nêzî 4 milyon Kurd lê dijîn. Gelo çima dengên ji HDP'ê re tên dayin ewqasî kêm e? Piraniya Kurdên li wê derê karker in. Ev derdor ji ber sedemên cuda timî di bin zext û dorpêça AKP'ê de ye. Hate tespîtkirin ku aloziyên civakî çiqasî zêde be, dengên ji HDP'ê re tên dayin jî ewqasî kêm e. Lê belê di demên xweş û aştiyê de ev rêje diguhere. HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 2011'an de 351.515 deng girtibû. 7'ê Hezîrana 2015'an jî 720 hezar dengê xwe zêde kir û gihîşt 1.069.460 dengan. Ev yek bi hêza Kurdên li metropolan ve eleqedar e. AKP'ê xwest yekser pêşî li vê rastiyê bigire. Îdîa kir ku ev deng ji Tirkên Spî hatiye û dest bi vê propogandayê kir. Halbûkî rastî ne bi vî rengî bû. Deng ji Kurdên xizan û xebatkar hatibû. Dema ku mirov li rêjeya dengên li Bagcilar-Esenler-Sûltangazî-Umraniye-Kagithane-Sûltanbeyliyê dinerin, mirov vê rastiyê dibînin.

Divê HDP stratejiya xwe ya li metropolan li ser soz û daneyên şênber ava bike. Bendewariyên li wê derê bi vî rengî ye.

KOMELEYÊN HERÊMÎ Û GIRÎNGIYA WAN!

Xaleke din a girîng a ji bo metropolan, komeleyên herêmî ye. Di serî de Stenbolê li gelek bajarên weke Bûrsa û Enqereyê pir hene. Di serî de AKP, hemû partiyên sîstemê derfetên madî bi kar tînin û bi rêya komeleyên herêmî hewl didin bandorê li mirovan bikin û dengê wan bikirin. Eşkere ye ku ev yek encamên cidî bi xwe re tîne. Li her metropolê hema bêjin komeleya her bajar, navçe û gundan ava bûne. Ev komeleyên herêmî xîtabî beşeke berfireh a civakê dikin. Ji ber vê yekê komeleyên herêmî girîng in. Divê têkilî bi wan re bê dayin.