HDP: AKP partiyeke dijî edaletê ye

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç di civîna çapemeniyê ya li Melîsê de nerazîbûn nîşanî astengkirina meşa Parastinê ya baroyan da.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, li Meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê lidar xist.

Oluç, astengiya li pêş Serokên Baroyên ku ji 41 bajaren ji bo edalet û mafê xwe bi dirûşmeya "Maşa Parastinê" hatin Enqereyê û li Enqereyê hatin astengkirin rexne kir.

Oluç, anî ziman ku guhertina di derbarê hilbijartina baroyan û pergala parêzeriyê de li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Oluç, anî ziman ku Baro bi partiyên komên wan hene re hevdîtin kirin û piştre di 19'ê Hezîranê de meşa Enqereyê dan destpêkirin û wiha got: "Serokên 56 baroyan li ketina Enqereyê ser rêya Eskişehirê hatin asteng kirin. Polîsekî sivîl li Serokê Baroya Dîlokê da. Ev mudaxaleya li dijî parêzera nîşan dide ku li Tirikye lafê azadiya ramanê, îfadeyê û parastinê tune ye. Em wekî HDP'ê vê yekê qet qebûl nakin. Em dibînin ku partiya di nava wê de edalet heye, êrîşî edaletê dike. Partiya desthilatê bûye partiya li dijî edaletê."