HDP: AKP naxwaze ku em piştgiriyê bidin Xarpêtê

HDP’ê nerazîbûn nîşanî astengkirina erdhejê da û got ku “Ev gavên me yên piştgiriyê ji aliyê desthilatdariyê ve tê astengkirin.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê diyar kir ku alîkariyên HDP’ê yên ji bo Xarpêtê tên astengkirin û daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hemû kesên xwedî wijdan di erdheja Xarpêtê de bûn yek. Bi milyonan kesan ev êş di dilê xwe de hîs kirin. Gav û hewldanên piştgiriya ji bo erdhejê jî ji aliyê desthilatdariyê tê astengkirin. Wezîrê Karê Navxweyî nahêle ku alîkarî bigihêje erdhejzedeyan. Wezîrê Karê Navxweyî ferman daye walîtiyê û diyar kiriye alîkariyên ne girêdayî hikumetê divê nekevin gundan.

Şaredarî, rêxistinên bajar û navçeyên ên partiya me piştgiriya wekî betanî, kon û zexîreyan şandine. Lê hêzên emniyetê pêşiya wesayîtên me dibirin û kamyon bi paş ve tên şandin. A niha alîkariya ku em dişînin nagihêje erdhejzedeyan.

Hemwelatiyên me yên li herêmê diyar dikirin ku bi kontrola serokên bajar û navçeyan ên AKP’ê alîkarî tên belavkirin. Heyetên me diyar kirine ku li herêmê bi dehan gund hene ku hê alîkarî negihiştiye wê derê.

Divê desthilatdarî dawî li vê astengkirinê bîne. Êş êşa me hemûyan e. Destilatdarî ji dêvila ku beriya erdhejê tevdîran werbigire, radibe belavkirina alîkariyên ji bo erdhejê asteng dike. Desthilatdariya siyasî hesabên xwe yên siyasî dixe pêşiya pêdiviyên gel.”