HDP: AKP ji hêza jinan ditirse

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirin û girtina li ser jinan da û got ku “AKP ji rêxistinbûna jinan ditirse. Ew ê AKP nikaribe îradeya me desteser bike.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê operasyonên qirkirina siyasî ya Enqere û Mêrsînê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Îro li Enqere û Mêrsînê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên berê yên rêxistina me ya Enqereyê Derya Bakır, Ayşe Merve, rêvebera me ya rêxistina Çankayayê Hanim Bînîcî, endama Meclîsa me ya jinan Meryem Kîraz, endama DAD’ê Sevgî Sazan Kîşîn û xebatkara KESK’ê Newroz Kirkaya hatine destgîrkirin.

Medyaya nêzî AKP’ê li dijî Meclîsa me ya jinan û TJA’yê kampanyayên reşkirinê dike. AKP ya ku dijminatiya jinan dike, li her qadê êrîşên li ser jinan didomîne.

Beriya Roja Têkoşîn û Hevgirtinê ya li Dijî Şîddeta li ser Jinê ev operasyon tên kirin. Em dizanin ku desthilatdarî ji rêxistinbûn û heza jinan ditirse. Lê divê destilatdariya mêrane ya AKP û MHP’ê bizanibe ku em jin em ê dev ji siyasetê bernedin.”