HDP: AKP'ê li dijî vîrûsa koronayê tişta pêwîst nekir

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP'ê diyar kir ku AKP'ê di têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de tişta pêwîst bû nekir, nekarî tevdîran bigire û dereng ma.

Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP'ê Nejla Kûrûl û Samet Menguç têkildarî gefa vîrûsa koronayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, AKP'ê ji tecrûbyên Çîn, Koreya Başûr û welatên Yekîtiya Ewropayê sûd wernegirt û di têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de polîtîkayên bi bandor zû nexist meriyetê û tevdîr negirt.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di peydakirina testên tespîtkirinêê de dereng ma. Di mijara lawazkirina vîrûsa koronayê de bi hêzên rêxistinbûyî yên civakê re têkoşîneke hevpar nemeşand. Polîtîkayên xwe yên cihêkar ên 18 salan di vê mijara ku her kesî eleqedar dike de jî dewam kir."

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Komîsyonê li ser karê divê bê kirin jî ragihand, ku "Komîsyona Karên Civakî û Kar, Malbat û Tenduristiyê ya Meclîsê tavilê li hev kom bibe.

Her wiha bi Yekîtiya Tabîbên Tirk, Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk, Yekîtiya Doktorên Diranan, Sendîkaya Kedkarên Civakî û Tenduristiyê û rêxistinên din ên li qada tenduristiyê re karekî koordîneyî li dijî vîrûsa koronayê bê meşandin.

Her wiha divê desthilatdariya siyasî budçeya ku ji tenduristiyê re vediqetîne zêde bike.

Nexweşaneyên dewletê yên ji ber nexweşxaneyên bajaran hatin girtin ji nû ve bên vekirin, testa tespîtkirina vîrûsa koronayê bê zêdekirin û xizmetên tenduristiyê bêpere bên pêşkêşkirin.

Li nexweşxaneyan hemûyan xizmeta tenduristiyê ya bi pir zimanî bê kirin.

Alavên parastina ji vîrûsê (maske, lepik, kinc hwd.) û malzemeyên paqijiyê ji personelên tenduristiyê re bên pêşkêşkirin.

Derfetên paqijiyê û tenduristiyê tavilê li girtîgehan bên afirandin."