HDP: AKP bû destilatdariya herî qirêjî û şîlo
HDP’ê bal kişande ser pêvajoya doza Reza Zarrab û got, ‘’AKP li Tirkiyê bû desthilatdariya herî qirêjî û şîlo’.
HDP’ê bal kişande ser pêvajoya doza Reza Zarrab û got, ‘’AKP li Tirkiyê bû desthilatdariya herî qirêjî û şîlo’.
Partiya Demokratîk a Gelan li ser axaftinên Reza Zarrab ên derbarê karê qirêjî yên bi AKP’ê re daxuyaniyek da.
‘HEKE HIQÛQ, WIJDAN Û HEYSÎYET HEBÛYA...’
HDP’ê di daxuyaniyê de bal kişande nebûna mekanîzmaya hiqûqê ya li Tirkiyê û got, ‘’Heke hiqûq hebûya û hurmet ji serweriya hiqûqê re hebûya, mekanîzmayên kontrol û hevsengê hebûna, rêgeza cihûbûna qewetan nehata têkbirin derbarê mijarên ku Reza Zarrab li ber daraza DYA’yê dide, wê daraza serbixwe û bêalî biketa tevgera.’’
‘LÊPIRSÎNÊ ASTENG DIKIN’
HDP’ê bi domdarî bal kişande ser rêbaza ku AKP çawa xwe li ser desthilatdariyê dihêle û got, ‘’Desthilatdariya hikûmeta AKP’ê xwe li ser înkara her cure îdia û belgeyan ava kiriye. AKP asteng dike ku îdîa li komîsyonên Meclîsê were pirsîn. Ne ji bo ku rastiya were fêhmkirin raporên komîsyonê têne amadekirin; ji bo ku agahiyê werbigirin ji bo komîsyonê tenê bang li alîgirê xwe dikin’’ û hate gotin desthilatdariya AKP’ê nahêle ku îdîa û belge ji hêla daraza serbixwe û bêalî ve were pirsîn.
‘ÎDÎA PIR GIRAN IN’
HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de got, îdîayên li ser AKP’ê pir giran in û îdîa derbarê endamên desthilatdariya AKP’ê û saziyên wê ne û hate gotin divê ev îdîa bi komîsyoneke ku ji tevlêbûna wekhev a partiyan ava bûye li Meclîsê were pirsîn û heta bi kûderê biçe divê berdewama wê were.
Bi domdarî HDP’ê bang li mekanîzmaya darazê kir ku li ser îdîayan gav bavêjin, ji ber ku îdîa li ser kesên payebilind dadgehên bi asta kêm nikarin heq jê derkevin.
‘DESTHILATDARIYA HERÎ QIRÊJÎ…’
Herî dawî HDP’ê di daxuyaniya xwe de got ên ku daraza serbixwe û bêalî asteng dikin û nahelin ku mekanîzmaya kontrolê sazkar bibe di wijdana gel de mehkûm dibin û bi tespîta ‘’serdema desthilatdariya herî qirêjî û şîlo ya Tirkiyê li dîrokê têne nivîsîn.’’