HDK: Ocalan bêhn anî ber civakê, lê tecrîd didome

Di encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê de peyamên Ocalan ên hevdîtinên dawî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Van hevdîtinan bêhn anî ber civakê. Lê belê dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomîne."

Civîna 4'an a Meclîsa Giştî ya Serdema 9'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêk hat. Encamnameya civînê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku li gel encamên hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û tecrîdkirina Ocalan hatine nirxandin.

Di encamnameyê de hate gotin, "Hewldana dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, gefên giran ên li Rojava tên xwarin, gefên leşkerî yên êrîşkar ên li Derya Spî û Lîbyayê nîşan didin ku ji îradeya desthilatdariya AKP-MHP'ê wêdetir aqlê dewletê dixwaze valahiyên li sîstema navneteweyî dagire. Aqlê dewletê fikara bloka hêzên rojavayî ya ji têkiliya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê bi kar tîne."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku bi 'operasyona Pençe' hewl te dayin ku dora şoreşa Rojava bê valakirin û sîstembûn û qîmetbûna wê li qada navneteweyî bê astengkirin. Ji bo tevgera siyasî ya Kurdan, gelê Kurd ji destketiyên xwe vegere û tifaqa bi gelê Tirkiyeyê re hatiye afirandin krîmînalîze bike polîtîka tê meşandin. Di demekê de ku kêm maye maseya aştiyê ya ji bo Sûriyeyê bê destnîşankirin, ji bo Kurdên di xeta tevgera azadiyê de ne li dora wê maseyê nebin, eşîrên Ereb sor dike û li aliyê din jî bi Barzanî re peymanê amade dike."

HDK'ê destnîşan kir ku nepêkan e bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî dagirkeriyê bê fêhmkirin û diyar kir, "Li başûr di dema referandûma serxwebûnê de pêkanînên ku li dijî Hikumeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, xuya ye gelekî bi bandor bûne û di asta ku zerarê bide yekîtiya neteweyî rê li ber teslîmiyetê vekiriye. Di vê pêvajoyê de metirsî heye ku Kurd li dijî Kurdan şer bikin. Di vê mijarê de bi navê HDK'ê em hişyariyê dikin."

Di encamnameyê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di hevdîtinan de hatin bibîrxistin û hate gotin, "Birêz Ocalan di hevdîtinan de yên ji 2'ê Gulanê û vir ve hatin kirin diyar kir ku ew hîn di asta aştî û çareseriya demokratîk de ye. Anî ziman ku divê dewlet û desthilatdarî di vê mijarê de gavê biavêjin. Van hevdîtinan bêhn anî ber civakê. Lê belê dewlet û desthilatdarî tecrîdê didomînin. Bi navê hDK'ê em dibêjin; hem ji bo amadekirina civakê ji bo çareserî û aştiya demokratîk hem jî ji bo afirandina hesasiyeta civakî li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe geş bikin."