HDK: Ji bo Komara Demokratîk, ji bo welatê hevpar NA
Pêkhateyên HDK’ê deklarasyona xwe ya referandûmê hişkere kirin. Di deklarasyonê de hate gotin,’’ Em ji bo welatê xwe, gelên xwe, ji bo jiyaneke azad, demokratîk, wekhev dibêjin ‘NA’. "
Pêkhateyên HDK’ê deklarasyona xwe ya referandûmê hişkere kirin. Di deklarasyonê de hate gotin,’’ Em ji bo welatê xwe, gelên xwe, ji bo jiyaneke azad, demokratîk, wekhev dibêjin ‘NA’. "
Hevparê HDK'ê bi silogana "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" deklerasyona referandumê aşkere kir. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got "Em ne mecbûrê rêveberiya yek zilamî ne. 'Na' dê rêya Tirkiyeya demokratîk veke."
Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), deklerasyona 'Na' ya referanduma guhertina Qanûna Bingehîn bi civîna çapemeniyê li Stenbolê aşkere kir. HDK'ê li salona Salon Figaro ya Şîşliya Stenbolê bi dirûşma "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" deklerasyona referandumê aşkere kir. Li salonê pankarta "Ji Bo Komara Demokratîk û Welatê Hevpar NA!" vekir û li ser pankartê sedemên çima "Na" nivîsandin. Li ser pankarte “Ji bo civakek elokojîk Na", “Ji bo aştkiyê Na", “Ji bo Azadiyê Na", “Ji bo azadiya jinê Na", “Ji bo mafê zarokan Na", “Ji bo mafê welatiya wekhev Na" nivîsandin û wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş daliqandin. Yên ku hatin salonê bi lolîponên rengîn ên li ser "Na" nivîsandibûn ketin salonê. Di bernameyê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Nadir Yildirim, Wekîla Serokê Meclîsê Pervin Buldan, Hevparên HDP, HDK, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Parlamenterên HDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Bernameyê bi tilîlî û dirûşmên bi Kurdî û Tirkî "Na", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
‘EV KEŞTÎ WÊ BIGÊJE KENDAVÊ'
Destpêkê Revebera HDP'ê ya Stenbolê Xunav Altun axivî. Piştre Endamê Lijneya Rêveber ya Navenda HDP'ê Çilem Kuçukkeleş, bal kişand ser peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a 'Wê ev keştî teqez bigêje kendavê' û wiha got: "Ev keştiya Nûh e. Me hemû reng, bawerî û çandê xwe wekî Keştiya Nûh xist vê keştiyê. Em dê bigînin perav û kendavê. Em dê vê keştiyê bigînin peravê da ku mirov azad bijîn."
‘JI BO TIRKIYEYEK DEMOKRATÎK NA’
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Metnê Deklerasyona "Na" xwend û wiha got:
Ev guherîn wê pergala demokratîk a yasayî bi pêş ve nebe, her wiha bi kêr neyê ku maf û azadiyên gerdûnî jî bi pêş bikevin, nehêle ku demokrasiya xwe cih jî pêk were. Heta jê were sînorên desthildatdariyê berfireh dike, maf û azadiya welatiyan heta ku jê were wê bêkêr bike.
Ji hêla rêgezî û demokratîk ve ne pêkan e ku ev teklîf were qebûlkirin. Mesele ne tenê kesek e. Pirsgirêk ew e ku dixwazin meyleke ne demokratîk, otorîter ku xwe dispêrê ‘rêveberiya yek zilamî’, navendî û totalîter ava bikin. ‘Yek zilam’’ diguherin lê ev sîstema ku dixwazin ava bikin bi dehan salan wê li serê welat bibe bela.
Ya ku dixwazin bikin ew e ku dixwazin darbeya sivîl Rewşa Awarte, rejîma BHQ’yan domdar bikin, civakê zêdetir di bin zext û zordariyê de bihêlin, maf û azadiyan tine bikin. Bêguman ev rewş di jiyana me ya siyasî, ekonomîk û civakî de birîna çêbike, dubendiyan bi xwe re bîne.
Ev tenê ew hewes e ku dixwazin temamiya vî welatî û her tiştî li gorî kêfa ‘yek zilamî’ girêbidin û guherîna destûrê jî dixwazin bi vê mebestê pêk bînin. Yên ku vê guherînê di Rewşa Awarte de, bi rêyên ne meşrû, bi rêya zext û zordariyê ferz dikin, ziyana mezin didin siberoj û aştiya vê civakê.
Yên ku Hevserokên me yên giştî, wekîlên me, hevşaredaran, endamên meclîsê, bi hezaran hevalên me yên partiyê weke rehîneyên siyasî di girtîgehna de digirin, yên ku avaniyên bi vîna jinê ava bûne hildiweşînin, organên çapemeniya muxalîf bêdeng dikin, hin xebatkarên wan digirin, Rêxistinên Saziyên Civakî ku bivênevê ya civaka rêxistiniye, nahêlin ku li zanîngeha ramana azad serwer bibe, akademîsyenan ji peywirê digirin û davêjin girtîgehan, memûran ji kar davêjin, guherîna wan a destûrê ku di vê rewşê de li civakê ferz dikin ne bi mebesta demokrasiyê ye, ji vê hêlê ve ti rewabûna referandûmê nîne.
Em ên ku ji bo ku aştî, ked û wekheviya vê cografyayê têdikoşin, bi berpirsyariyek dîrokî re hevrû he. Di rewşeke wiha de ku bi Rewşa Awarte her tişt tê asteng kirin û qedexekirin, neçar in ku em têkoşîna ronakiyê, pêşketinê, rastî û xweşikiyê bidin.
Siûdeke wiha li ber me ye ku em têkoşîna ku ev bi dehan salan didin, geştir bikin. Ev ew siûd e ku çewisandî, yên ku hatine vederkirin, kedkar, jin, ciwan, gel û bawerî yên ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê didin dikarin vê geştir bikin. Divê ev siûd di referandûmê de bi ‘NA’yê were tacîdarkirin û ev ê ji bo demoratîzekirina civakê bibe destkeftiyeke pir mezin.
.
Îro em ên ku hatine vir, ji bo ku em têkoşîna xwe ya bi dehan salan bînin qonaxe nû û veguherînin destkeftinê em ê bibêjin ‘NA’ Ya ku em ê bi paş bixin û bidin rawestandin ‘rêveberiya yek zilamî ye’ Ya ku em ê bi dest ve bînin jî siberoja me hemûyan e. Em ê ji bo her kesî bibêjin, ‘NA’ Em ê di vê xebatê de mal bi mal, kuçe bi kuçe, mirov bi mirov em ê siberojê bihonin.
‘NA’ tekane hêz e ku wê pêşî lê çûnê bigire. ‘NA’ kilîda aştiyê ye. ‘NA’ tê wê wateyê ku li dijî desthilatdariyê Gel heye. ‘NA’ bi dest ve anîna mafê kedê ye. ‘NA’ geşkirina têkoşîna jinê ye. ‘NA’ pêşvebirina demokrasiyê ye. ‘NA’ dawîlêanîna Rewşa Awarte ya mayinde ye. ‘NA’ azadiya baweriyan e. ‘NA’ gotina ‘êdî bes e ‘ ye li dijî ziyana li jiyan û xwezayê. ‘NA’ ez im, tu yî, em in. ‘NA’ jiyan e. Em ê ji bo her kesî ‘NA’ bibêjin.
Banga me ji bo wan hemû beşên civakê yên Tirkiyê ye ku baweriya xwe bi mafên mirovan, demokrasiyê, rajorbûna hiqûqê anîne, ku hemû bi hev re bibêjin, ‘’em ne neçarî rêveberiya yek zilamî’ ne. Em ji wan hêzdartir in ku ji bo berjwendiyên xwe dixwazin welêt ber bi taritiyê ve bibin. Em ji bo welatê xwe, gelên xwe, ji bo jiyaneke azad, demokratîk, wekhev dibêjin ‘NA’
‘NA’ wê rê li Tirkiyê veke. Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser bikevin. Siberoj a me ye
‘NA’ navê hêviyê ye.