Lijneya Rêveberiya HDK’ê der barê hevdîtinên Îmraliyê de daxuyaniyek da û bangli hikûmeta AKP’ê kir ku bila ji bo çareseriya demokratîk pêngavan bavêje. HDK’ê got ku ji bo hevdîtin vegerin aştiyeke rastîn divê di mijara girtina îstiyatîfê de biryaran bigirin.
HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) der barê hevdîtinên îmraliyê de daxuyaniyek nivîskî da. HDK’ê da zanîn ku gel ji dil aştiyê dixwaze û wiha pê de çû:
“Li Tirkiyeyê di warê têkoşîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û wekheviyê de di asteke girîng de ye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan rabe pêngav avêtin û dest bi hevdîtina kirin ji bo gelê Tirkiyeyê girînge. Ev asta ku niha em lê de dibe ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd destpêkek be. Her wiha di 2013’an de ji bo mafên wekhev yên gelê kurd pêngav avêtin ji bo hemû gelan bi feyde ye.
Ev 30 sal e pirsgirêka kurd weke meseleya ewlehî û terorê tê nirxandin. Lê pirsgirêka kurd êdî weke daxwazên azadiyê û mafên demokratîk tê fêmkirin. Ji ber vê yekê hevdîtinên li Îmraliyê hatine destpêkirin divê erênî pêşve biçin û diyalog pêşve biçe, di çareseriya pirsgirêka kurd de muzakere bên kirin, gav bên avêtin.
HDK’ê destnîşan kir ku hesabên AKP’ê yên bi tecrîdê Ocalan bêdeng bike û bi girtinan BDP’ê asteng bike têk çûye û wiha dirêjî dan axaftina xwe: “ Ev 30 sal e êşên hatin kişandin û bedelên hatin dayîn gelek tiştî hîn her kesî kirin. Geşedanên dawî nîşan didin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ya demokratîk diyalog hewce ye û lê bi muzakereyan encam bê girtin. Wisa xuyaye ku dewlet jî vê wisa dibîne.”
HDK’ê di daxuyaniya xwe de got ku divê ev hevdîtin ne taktîka hilbijaratinê divê çareseriya mayînde be û wiha pê de çû: “Ev aşkere ye ku, ger AKP’ê ji bo hilbijartinên 2014’an di nav taktîkekê de be, di vir de ne tenê ew, gelê Tirkiyeyê jî dê zirarê bibîne. Hikûmeta AKP’ê divê beriya hilbijartinan ji bo hesabên xwe hewl nede. Ji ber ku hesabên bi vî rengî vala derketin.
Daxwazên gelê kurd aşkere ne. Ev daxwazên ku hemû kedkar, hêzên demokrasî û aştiyê piştgiriyê didinê bên dîtin. Kurd wekhevî û edeletê dixwazin. Ger AKP ji bo aştiyê nêta wê hebe dê pêngavê biavêje. “
HDK’ê wiha berdewam kir: “ Dikare di bin garantiya makeqanûnî de; di qada qanûnî de şertên wekheviyê bên sererastkirin. Li ser wekhevî û azadiyê aştiya ku tê înşakirin pira navbera civakan de saxlemtir bike.
Divê hemû kesên di bin operasyonên KCK’ê de hatine girtin bên bersan; Kujerên Roboskê bên cezakirin. Astengiyên li pêş zimanê dayikê rabin.
Di qanûna hilbijartinê de benda ji sedî 10 rabe û qanûnê Hilbijaratin û Partiyên siyasî demokratîk bibin.
Divê riya diyalogê vebe. Lê divê hevdîtin veşaratî neyên kirin. hikûmeta AKP’ê divê derbarê mijarê de rayagiştî agahdar beike. Divê bi Abdullah Ocalan re, nûnerên Bloka BDP’ê, bi Qendîl û Ewropayê re bên nirxandin û riyên aştiyane bên afirandin.”