HDK: Em kujeran û yên wan diparêzin dizanin
Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kûrkçû, der barê qetilkirina Dîlan Kortak û operasyonên li ser yek ji hevbirên HDK’ê, ESP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kûrkçû, der barê qetilkirina Dîlan Kortak û operasyonên li ser yek ji hevbirên HDK’ê, ESP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê Dîlan Kortak a ku duh danê şev li Sancektepe ya Stenbolê hat qetilkirin û operasyonên li ser yek ji hevbirên HDK’ê, ESP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vî rêbazê kujeran û yên ku wan diparêzin ji Nisêbînê, Cizîrê, Farqînê, Dêrîkê, ji xişikandina cenazeyê Hecî Loqman Bîrlik, ji qetilkirina Dîlek Dogan û guleyên li Tahir Elçî reşandin dizanin û baş jî nasdikin.”
Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçû, di daxuyaniya nivîskî de dan diyarkirin ku duh şev li Sancaktepe ya Stenbolê Dîlan Kortak a 19 salî di encama serdegirtin û êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da û têkildarê mijarê wiha hat gotin: “Di dema operasyonê de Dîlan Kortak bi tena serê xwe li malê bû û li gorî rapora otopsiyê ji 5 cihên bedena xwe gule xwariye. Tevî ku şêniyên taxê dibêjin me bi ti awayî dengê pevçûnê ne bîhistiye, çapemeniya AKP vê operasyonê wek pevçûnê dide nîşandan û dixwazin qetilkirina Kortak veşêrin. Di demek ku li her çar aliyên welat sivîl tên qetilkirin de, çapemeniya AKP’ê hewildanên xwe yên di vê der barê de wek ‘tekoşîna li dijî terorê’ dayîna nîşankirin berdewam dike. Em vî rêbazê kujeran û yên ku wan diparêzin ji Nisêbînê, Cizîrê, Farqînê, Dêrîkê, ji xişikandina cenazeyê Hecî Loqman Bîrlik, ji qetilkirina Dîlek Dogan û guleyên li Tahir Elçî reşandin dizanin û baş jî nasdikin. Heta ku ev înfazên bêdarez neyên zelalkirin û kujerên wan neyên pêşberî dadgehê û hesab nedin em ê heta dawiyê tekoşîna xwe bidomînîn.”
Îro jî li Stenbol, Amed, Enqere, Eskîşehîr û Antakyayê li ser malên endamên yek ji hevbirên me, Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) hatiye girtin û heta niha 18 kes hatine binçavkirin.
Di serdegirtinên malan yên Stenbolê de gaziyê Pîrsûsê yê SGDF’ê Ogus Yuzgeç û Ozgen Sadet, Çagdaş Kuçukbattal ên ku di berxwedana Geziyê de çavekî xwe windakiribû û li Pîrsûsê birîndar bibû, Dogan Unlu yê ku di komkujiya Pirsûsê de birayê xwe Polen Unlu winda kir, gaziya Pîrsûsê û namzeta HDP’ê Şerîfe Erbay, gaziya Pîrsûsê Îlke Başak Baydar, endam Taylan Çetînel, Ozgur Bedel, Ezgî Bedel, Zekeriya Aykût Karnap û li Taxa Kardolap a girêdayî Eyubê Gunay Akar hatin binçavkirin.
Li Amedê, endama MYK ya ESP’ê û Cîgira Serokê Giştî ya ESP’ê
Fethiye Ok, Serokê Rêxistina ESP’ê yê Amedê Soner Çîçek, li Antakyayê Alper Kaba û li Eskîşehîrê jî Barış Erhan di nava kesên hatî binçavkirî de ne.
Piştî serdegirtina avahiya BEKSAV, Endamê Koma Muzîkê yê Vardiya Hakan Oz ê ku yek ji gaziyê Pirsûsê ye hat binçavkirin.
Lî Enqereyê şêwirmena çapameniyê ya Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag Ece Şîmşek, namzeta HDP’ê ya Stenbolê Bûrcû Demîrbaş di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Em dizanin ku piraniya van sosyalîstan kesên ji koma girêdayê ji nû ve avakirina Kobanê de ku li Pirsûsê de hatin qetilkirin in. Desthilatdariya AKP’ê dixwaze ser komkujiya Pirsûsê bigire, girtina biryara veşartina dosyayê didin hevkariya DAIŞ/AKP ku derketiye hole û nekarin wan qetil bikin niha jî bi girtinan ceza dikin. Kesên ku TIR’ên MIT’ê vedişêrin bi girtina rojnamevanan jî dixwazin vê bûyerê bi awayek giştî ji hole rakin.
Em wek HDK’e êrîşên li Kurdistanê li hember berxwedanê pêş dikevin û êrîşa li ser kesên çepgir ên dixwazin bi vê berxwedanê piştgiriyê bidin Rojava şermezar dikin. Em li bendê ne ku kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan.
Em dibêjin Partiya Sosyalîst a Bindesta ne bi tenê ye û em banga piştevaniya bi ESP’ê re li hemû kesîmên çep/çepgir û demokrat dikin.