HDK: Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin
HDK’ê ji ber 1’ê Gulanê Qada Taksîmê hat qedexekirin ku daxuyaniyek da diyar kir hikûmet gel esîr digire û terorîze dike. HDK’ê got: “Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin.”
HDK’ê ji ber 1’ê Gulanê Qada Taksîmê hat qedexekirin ku daxuyaniyek da diyar kir hikûmet gel esîr digire û terorîze dike. HDK’ê got: “Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin.”
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan, ji ber 1’ê Gulanê Taksîm hat qedexekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmet gel esîr girt û terorîze dike. HDK’ê got: “Em ê 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin.”
‘GEL ESÎR HAT GIRTIN’
Hat diyarkirin ku nîzama gelemperiyê 1’ê Gulanê ji aliyê Walîtiyê ve hat xerakirin, li bajarê ji aliyê zilamên bi çek hat dorpêçkirin, rê hatin girtin mafê çûn û hatine hat xespkirin. Hat gotin ku pêkanîna rewşa awerte gelê Stenbolê esîr girt.
'EM Ê HEMÛ QADAN AZAD BIKIN'
HDK’ê bang li hikûmetê kir ku kesên di 1’ê Gulanê de hatine binçavkirin bên berdan û wiha hat gotin: "Em ê teslîmî van qedexeyên dij aqil û derveyî hiqûqê û pêkanîn şîdetê nebin. Ji bo tevayî şopdarên şîdetê hesab bidin em ê şopdar bûn. Bi tevayî karker, kedkar û gelên Tirkiyeyê re, 1’ê Gulanê û tevayî qadan azad bikin.”