HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter), ku 20'ê Îlona 1992'an ve bi destê dewleta Tirk hatibû qetilkirin bi bîr anî û got, ''Îsal her wiha em 100 saliya Apê Mûsa jî pîroz dikin.''

Komîsyona Çapemeniyê ya HDK'ê di salvegera 28'an a qetilkirina wî de, Mûsa Anter bi bîr anî.

HDK'ê di peyama niviskî de got, ronîkirina qetilkirina Mûsa Anter her wiha tê maneya rakirina perdeyê ya li ser kuştina gelek nûçegihanan ên ji salên 90'î û vir ve.

HDK'ê di peyama xwe de got her ku nifş didin pey hev, Rêça Çapemeniya Azad qelema Apê Mûsa weke alayekê ji dest hev digirin.

HDK'ê diyar kir, ên ku wiha difikirin ku wan Apê Mûsa kuştine di nav şaşîtiyekê de ne, ji ber ku fikir, îdeal, wêrekiya Apê Mûsa, di bîra wan kesan de yên alîgirê jiyanê, nirxên mirovî û dadmendiyê ne, bi rengekî zindî ye û ''heta ku ev bîr were veguhazstin Apê Mûsa wê bijî.''

HDK'ê got hê jî weke gelek kuştinên kiryar nediyar qetilkirina Apê Mûsa jî li hêviya ronîkirinê ye û got, ''Ronîkirina qetilkirina Apê Mûsa tê maneya rakirina perdeya kuştina gelek nûçegihanan, ên ji salên 90'î û vir ve. Ji ber vê, bi qasî jiyandina ramanên Apê Mûsa, hesabpirsîna ji wan kesên ku ew qetil kirine, bûyina parçeyek ji lêgerîna dadmendiyê jî, berpirsyariya me her kesên mayî ye.''

HDK'ê diyar kir, ''Ji bo kesên ku qîmet didin Apê Mûsa îsal xwedî maneyeke taybegt e. Îsal her wiha em 100 saliya Apê Mûsa pîroz dikin.''