HDK: Di 7'ê Gulanê de em li Terolar bin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgirî ji civaka Elewî re bê dayîn banga kombûna li Terolarê kir.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgirî ji civaka Elewî re bê dayîn banga kombûna li Terolarê kir.
Desteya Rêveber a HDK'ê, têkildarî pêkanînên AKP/Qesrê yên li hemberî Elewiyan, ku b rêy 'kampa çeteyan' dike, daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya nivîskî bi serenavê "Dest nede jiyana min, dest nede Mereşa min, dest nede deşta min" hat weşandin û hat gotin, "Me serî li ber dîktatoriyê netewand, em ê netewînin! Li dijî polîtîkayên tinehesibandin, tinekirina cihêrengiyan, asîmîlasyon û tekparêziyê ya hikûmeta AKP'ê û Qesra faşîst, em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Desthilatdariya AKP'ê û Qesrê, Plana Şark Islahat berfireh dike û hewl dide ji nû ve bixe meriyetê. Li gel û baweriyan zilm tê kirin. Li Sûr, Cizîr, Şirnex, nisêbîn, Colemêrg û Hezexê êrîşên giran li gelê Kurd tê kirin. Heman hêz ji gundê Terolar ê Mereşê destpê dike û li tevahiya qadên jiyanê yên Elewiyan planên îstimlaqê yên li dijî hiqûq û mafên mirovan dixe meriyetê."
HDK'ê destnîşan kir, ku Elewiyên li Terolarê li dijî xerakirina rewşa demografîk derdikevin û hat gotin, "Armanca bingehîn a plana kampa AFAD'ê ew e, ku mozaîka pir rengî ya Anatolî û Mezopotamyayê di nava nasnameya Tirk-Sûnî de rabigire. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi biryar e li hemberî mezhebperestiya AKP'ê ya li dijî qadên jiyanê yên Elewî, Bektaşî, Çepnîsî, Tahtayî, Nûsrayî, têkoşîneke xurt bimeşîne. Zîhniyeta ku zilmê li gelan dike û wan qetil dike divê zanibe, ku di tevahiya herikîna dîrokê de timî gelan qezenc kirine."
'DI 7'Ê GULANÊ DE EM LI TEROLAR BIN'
HDK'ê ji bo pêşîgirtina li vebûna birînên kûr bê girtin, ji bo piştgirî ji berxwedana li Terolar û civaka Elewî were dayîn bang li hemû gel, bawerî, jin û kedkaran kir, ku di 7'ê Gulanê de li Terolar a Mereşê li hev bicivin.