HDK dê 27’ê Çileyê li Samatyayê çalakiyê pêkbîne

HDK dê 27’ê Çileyê li Samatyayê çalakiyê pêkbîne

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ku dibêje “Em li rex gelê Ermenî ne. Em dê destûr nedin hûn dest lê bidin”, dê li dijî êrîşên li ser Ermeniyan li Samatyayê çalakiyekê lidarxîne.

Meclisa HDK’ê ya Stenbolê li dijî êrîşên li ser Ermeniyan dibêje “Em li rex gelê Ermenî ne. Em dê destûr nedin hûn dest lê bidin.” HDK dê 27’ê Çileyê roja Yekşemê li dijî êrîşên vê dawiyê li Samatyayê li ser Ermeniyan pêktên çalakiyê li darxînin.

Di danezana çalakiyê ya Meclisa HDK’a Stenbolê hate gotin ku, “Li Samatya girêdayî navçeya Fatîhê ku piraniya wan Ermenî lê jiyan dikin, li dijî Ermeniyan êrîşekî sîstematîk tê birêve birin. Di mehek ya dawiyê de jinek hate kuştin, jinek di encama êrîşê de çavê wê kor bû û hewil dan jinekê jî birevînin. Jina binavê Marîtsa Kuçuk ya 84 salî 28’ê Kanûnê li mala wê hate lêdan û ji heft cihên xwe bikêrê hatî birîndar kirin, hate dîtin. Jinek ya 87 salî jî di serê meha Kanûnê de li mala xwe hatibû derb kirin û du hefteyan di beşa çavdêriyê de mabû, her wiha çavekê xwe winda kiribû. 6’ê Çileyê Ermeniyên Apostolîk ku roja Noelê pîroz kirin jî, jinek ya pîr 3 kesan jêre gotin ew dê pere bidin te û hewil dan wê birevînin. Çawa ku polîsan di derbarê van her sê bûyeran de çi xebat nedan meşandin, her wiha çi tedbîr jî nehatin girtin.”

HDK ji bo van êrîşan protesto bike û nîşan bide ku ew li rex gelê Ermenî ne ragihandin ku, ew dê 27’ê Çileyê roja Yekşemê di demjimêr 13.00’an de li Qada Samatya çalakiya rûniştinê lidarbixîne.