HDK: Dawî li tecrîdê bînin

Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê li ser tecrîdê daxuyanî da û diyar kir, "Bidawîkirina tecrîdê, misogerkirina mafên jiyan û tenduristiyê yên çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo avakirina demokrasî û aştiya civakî ya li welatê me wê bibe gaveke mezin."

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, kêm maye li tavmayên civakî yeka din zêde bibe û hate bibîrxistin, grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê, piştî greva birçîbûnê ya endamên Artêşa Komarê ya Îrlandayê (ÎRA) greva birçîbûnê ya bi tevlîbûna herî zêde ye û ji aliyê demê ve greva endamên ÎRA'yê jî derbas kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê di asta krîtîk de ne ku xisareke mayinde dikare li ser bedena wan bibe û hate gotin, "Gefeke mezin li ser jiyana bi hezaran mirovên di greva birçîbûnê de ne heye. Tevî vê yekê, kêm maye ku xisareke giran li malbatên wan, xizmên wan û wijdanê civakî bibe ku sererastkirina wê zehmet e. Daxwaza van mirovan zelal e; bicihanîna mafên wan ên destûra bingehîn û qanûnî... Bi kurtasî dixwazin tecrîd bi dawî bibe."

HDK'ê diyar kir, tecrîd di heman demê de tecrîdkirina xizmên mirovên tecrîdkirî ye û destnîşan kir, "Civak bi temamî hatiye tecrîdkirin. Ji ber vê yekê, her kesê ku aştiyeke bi rûmet û mayinde dixwaze, her kesê ku jiyanê diparêze, banga ji bo bidawîkirina tecrîdê dike.

Ji ber daxwaza siyasî ya çalakiyê, bi rê û rêbazên cuda zext li çalakgerên greva birçîbûnê tê kirin. Cezayên hucre û dîsîplînê li wan tê birîn, axaftina bi telefonê tê qedexekirin, li wan tê xistin, destdirêjî tê kirin, li wan tê ferzkirin ku di dema sermijartinê de rabin ser piyan, rêveberiya girtîgehê zextê li wan dike ku dest ji çalakiyê berdin, destûr nayê dayin ku hevalên xwe yê li blokên din bibînin, deverên lê tên hiştin hîjyenîk nîne û zexta fîzîkî li wan tê kirin."

Di daxuyaniyê de işaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên çalakgeran hate kirin û hate ragihandin, vîtamînên pêwîst ji wan re nayê dayin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bidawîkirina tecrîdê, misogerkirina mafên jiyan û tenduristiyê yên çalakgerên greva birçîbûnê, ji bo avakirina demokrasî û aştiya civakî ya li welatê me wê bibe gaveke mezin."