HDK: Bûyera 6-7'ê Îlonê encama polîtikayên tirkbûniye
HDK: Bûyera 6-7'ê Îlonê encama polîtikayên tirkbûniye
HDK: Bûyera 6-7'ê Îlonê encama polîtikayên tirkbûniye
Meclisa HDK'ê ya Stenbolê, bi minasebeta 6-7'ê Îlonê ji bo kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ev bûyer encama polîtîkayên dewletê yên bi zorê bikin tirk, misliman û nijadperest e. Di çalakiyê de komkujiyên Gurgum, Sêwas, Çorum, Ermenî û Roboskiyê hat şermezarkirin.
Meclisa HDK'ê ya Stenbolê têkildarî salvegera bûyera "6-7 Îlonê" li ber Liseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk anî. Endamên HDK'ê ku li ber lîseyê li hev kom bûn bi çalakiya rûniştinê kesên di bûyera "6-7'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Komê pankarta "Bûyera 6-7'ê Îlonê ji bîr neke û nede ji bîrkirin" vekir û dowîzên "Ji nefretê re rê tune" û "Li mala Dimitrî kî rûdinê" bilind kirin. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û gelek kesên din jî amade bûn. Komê di çalakiyê de siloganên "Bijî biratiya gelan", "Gel li hemberî AKP'ê aştiyê dixwaze" û "Em dê heta dawî dewleta kujer hilweşînin" qerîyan. Di çalakiyê de Edîtorê Rojnameya Apoyevmatinî Mihail Vasiliadis, bal kişand ser rojên 6-7'ê Îlonê û wiha got: "Ew roj hêj di hişê min de ye. Mala min li vir bû. Di êrîşê de hemû malên Tarlabaşi para xwe ji êrîşê girtin. Mala me ji aliyê dergevan Ahmet Efendî ve hat xelaskirin. Dergevan gotibû 'Li vir rûm tune. hemû tirk in' û em xelas kirin. Piştre çûbûn êrîşî malên cîranên me kiribûn. Ev bûyer encama polîtîkaya hilandin û perçekirinê ye. Encama polîtikayê tirkbûn û mislimaniya bi zorê bû."
Endama Rêveberiya HDK'ê ya Şîşliyê Fatma Înce jî daxuyaniya ku amade kiribû xwend. Înce, diyar kir ku 6-7'ê Îlonê encama polîtîkayên dewletê ya bi zorê bike tirk û misliman û yên ne tirk bin di nava xwe de bihilîne û perçe bike ye. Înce, a zanîn ku vê bûyerê di dîroka Tirkiyeyê de şopek xerab a kûr hiştiye û wiha got: "Li gorî çavkaniyên fermî di vê bûyerê de 4 hezar û 214 mal, hezar û 4 kargerî, 73 dêr, Sînagogek, 2 manastir, 26 dibistan rastî êrîşê hatin. Di van bûyeran de zêdeyî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê li gorî daneyên rastîn ku ji civakê hatiye veşartin hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zêdetir e."