HDK: Bila çete bên darizandin
HDK: Bila çete bên darizandin
HDK: Bila çete bên darizandin
Di encama serdagirtina malan de li Taxên Gulsuyu û Gaziyê 37 kes hatin binçavkirin û Rêveberiya HDK'ê ya Bajarê Stenbolê binçavkirin şermezar kir û xwest li şûna gel, çete bên darizandin.
Rêveberiya HDK'ê ya Bajarê Stenbolê binçavkirinên li taxên Gulsuyu û Gazî ku di encamê de 37 endamên Eniya Gel û ESP'ê hatibûn binçavkirin, li ber Edliyeya Stenbolê bi daxuyaniyê şermezar kir. Di çalakiya protestoyî de pankartên wekî, "Bila gel neyê darizandin çete bên darizandin", "Bila kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan" hatin vekirin û dirûşmên; "Dê çete hesab bidin gel", "Çete lê didin, polîs diparêzin" berz kirin.
Endamê Meclisa Navçeya Esenlerê ya HDK'ê Cemîl Yildiz diyar kir ku bi mehane çete li Taxa Gulsuyu êrîşî gel dikin û operasyonên ku qaşo li hember tiryakfiroşan hatine kirin, ji bo xapandinê ne û wiha got: "Çete li deriyê pêş ê Qereqola Esenkentê dikevin hundir û li deriyê paş derdikevin. Armanc diyar e; Taxa Gulsuyu wekî navenda çeteyan bidin nîşandin û di bin navê 'guhertina bajar', taxê pêşkeşî derdorên xwe yên rantê bikin." Yildiz da zanîn ku armanc bêdengkirina şoreşgeran e û endamên çeteyan di bin ewlehiya polîsan de tiryakê difiroşin, xeracê distînin û gule li ser gel dibarînin.
Xwişka Seroka Rêxistina ESP'ê ya Maltepeyê Zelal Armutlu, Meral Armutlu diyar kir ku çete êrîşî wan dikin lê şoreşger tên binçavkirin û girtin. Armutlu wiha got: "Ji ber ku şoreşger û demokrat naxwazin li taxa wan tiryak bê firotin, tên girtin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Şamîl Altan da zanîn ku çete li ser navê dewletê gel ditirsînin, dewlet êrîşî şoreşgeran dike û çeteyan diparêze.
Bi berzkirina dirûşman daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.