HDK-A ji ber wefata Ayhan peyama sersaxiyê weşand

HDK-A ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan peyama sersaxiyê weşand.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) Esra Asiye Guden û Demîr Çelîk ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em xemgîn in, ji ber ku ewladê bi rûmet ê gelê Kurd hevrêyê me Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan koça dawî kir.

Hevrêyê me Îbrahîm Ayhan pêr êvara Şemiyê li Hewlêrê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest da." Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de gelê Kurd, malbata wî, partiya wî HDP û hevrêyên wî em ji gelên Tirkiyeyê û bindestan re sersaxiyê dixwazin ji ber ku mirovekî têkoşer û biryardar ji dest dan.

Em xemgîn in ji ber ku me hevrêyekî xwe yê din ji dest dan.

Em bi hêrs in ji ber ku em koça dawî ya hevrêyê xwe weke mirineke ji rêzê nabînin.

Em bi hêrs in, ji ber ku bi fermana Erdogan ê dîktator ê faşîst parlamenteriya wî hate betalkirin, doz lê hatin vekirin û ji ber cezayê girtîgehê yê lê hate birîn neçar ma malbata xwe, cih û warê xwe biterikîne.

Em bi hêrs in, ji ber ku hevrêyekî me yê din li cihekî dûrî warê xwe, dûrî malbat û hezkiriyên xwe jiyana xwe ji dest da.

Hêrsa me li dijî faşîzmê ye, li dijî zext û zilma desthilatdariya Qesrê-AKP'yê ye, hêrsa me li dijî êşkenceya ku li hevrêyên me, li gelên me tê kirin e."

Di dawiya peyamê de hate destnîşankirin ku wê barê têkoşîna Ayhan hilgirin û têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.