HDK-A Braûnschweîg kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist

Piştî xebatên nêzî salekê yên komîteya rêxistinkirina kongreyê HDK-A Braûnschweîg kongreya xwe ya damezirandinê li dar xist.

HDK-A kongreya damezrandina xwe ya li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê lidarxist. Di kongreya ku piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreş û demokrasiyê destpêkirî de, pêşiyê diwan hat amade kirin. Berdevkê HDK-A Elmanya Elîf Sonzamanci û Alî Mîtîl jî tevlî kongreyê bûn.

JI BO HILBIJARTINÊ DEMA SEFERBERIYÊ YE

Berdevkê HDK-A Elmanya axivî û wiha diyar kir, polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji Osmaniyan heya roja me berdewam dike gihişte asta dawî. Di pêvajoya di pêşiya me de pêwîst e em bi hev re berxwedanê bidin meşandin.

Alî Mîtîl jî birêvebirina HDK’ya li Elmanya nirxand. Mîtîl bal kişand li ser hilbijartina bi darê zorê ya di 24’ê Hezîranê de were kirin û got pêwîst e her kes ji bo hilbijartinê seferber bibe. Piştî nirxandinan Meclîsek ji 23 kesî, 5 jin û  9 kesên desteya rêveber hate hilbijartin. Desteya rêveber wê di civîna xwe ya yekem de berdevkên xwe hilbijêre û dest bi xebatan bike. Piştî pêşkêşa Leman Stehn a muzîkê ya bi gelek zimanan, kongre bi dawî bû.