HBDH: Ya ku li Licikê qewimî komkujî ye, berpirsyarê vê desthilatdariya faşîst e

Komîteya Rêveber a HBDH'ê, destnîşan kir ku karesata madenê ya li navçeya Licikê ya Erzîganê 'komkujî' ye û berpirsyarê vê jî 'desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Di encama hezaza erdê ya ku 13'ê Sibatê de li kana zêr a li navçeya Licikê ya Erzînganê rû da, li gorî daxuyaniyên fermî 9 karker di binê axê de man. Rêxistinên pîşeyî destnîşan dikin ku dibe hejmara karkeran zêdetir be. Ya ku li Licikê qewimî ne tenê komkujiya karkeran e. Qirkirina ekolojiyê ye.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê ya ku li Licikê bi ser tewanê hat girtin, li ser bertekan; Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê destûrname û lîsansa hawirdorê ya madenê betal kir. Beriya her tiştî, rejîma faşîst a rantê bi vê yekê hewl dide sûcê xwe veşêre û ji berpirsyariya komkujiyê bireve. Rastî li holê ne.

Bûyera ku pêk hatî ne bûyereke xwezayî ye, berovajî wê komkujiyeke ku bi zanabûn û di encama xemsariyê de pêk hatiye. Hema mehek berê komeleyên pîşeyî, pisporên mijarê, rêxistin û tevgerên ekolojîk di encama lêkolînên xwe de bal kişandin ser bûyerên ku wê li Licikê rû bide. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê guhê xwe ji van re ker kir, tedbîrên pêwîst negirt, hemû rê û derfet da şîrketa ANAGOLD’ê ku hilberîna xwe ya qazancê bidomîne. Tevî hemû hişyariyan jî, çavên xwe ji van komkujiyan re girtin. Mîna komkujiya Somayê.

Tevî ku li gelek welatên kapîtalîst bi siyanûran zêr derxistin qedexe ye jî, li welatên weke Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Efrîkayê, di bin navê lêgerîna madenê de tinekirina xwezayê û îstîsmarkirina keda mirovan dewam dike. Li aliyekê xweza, mirov, hewirdor û hemû zindî bi kurtasî tevahî ekoloji tê qirkirin, li aliyê din jî desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê rant û sermayeya xwe zêde dike. AKP/MHP a faşîst û pergala kapîtalîst a bûrjûva dijminatiyê li karker-kedkar û jiyana mirov a bi rûmet dikin.

Bûyera li Licikê qewimî ne ya yekemîn e. Heta ku em pergala rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ku dijminatiyê li karker û kedkaran dike hilneweşînin, wê bi dawî nebe. Em bang li hemû sazî, dezgeh, komeleyên pîşeyî, rêxistinên ekolojiyê, hêzên şoreşger û pêşverû yên alîgirê kedê dikin ku li dijî vê talankerî, dizî, qetilkirina karker û kedkaran, xwe bikin yek û têkoşîna yekbûyî mezin bikin.

Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê û şîrketên girêdayî wê yên berpirsyara bûyera Licikê, wê di hedefa me de bin.”